Avdirehmanê Selîmê Şetunisî

Avdirehmanê Selîmê Feqî (jdb. 1897 - m. 16ê îlona 1961ê) li gundê Şetunisê li devera Doskî Joriyan ji malbateke kurdperwer ji dayik bûye. Her zû di gencatiya xwe de dikeve jêr bandora fikra neteweperweriyê. Ew bi merdatiya xwe li deverê bi navûdeng dibe, ji ber vê Şêx Ehmedê Barzanî çend caran wî daxwaz dike cem xwe li gundê Barzanê û wî xelat dike. Piştre bi emrê Şêx Ehmedê Barzanî û bi tifaqa rihspî û maqûlan dibe serokê eşîreta Doskî Joriyan.[1][2]

Avdirehmanê Selîmê Şetunisî
Şehîd Avdirehmanê Selîmê Feqî
Jidayikbûn1897
Gundê Şetunisê
Mirin16ê îlona 1961ê
Çemankê
EsilKurd
HevwelatîKurdistan
PîşePêşmerge
biguhêreBelge

Şehîdbûna Wî biguhêre

Li destpêka şoreşa îlonê, herdu qasidên Mela Mistefa Barzanî Mela Hesenê Barzanî û Mihoyê Benanî hatin cem Avdirehman Axayî û jê re gotin "Em qasidên Barzaniyê Nemir in ku dijminî ew li serê Akrê dorpêç daye, wî ferman li me kiriye ku em bihên vêderê da hûn çekdarên xwe berhev bikin û tevî hêzên Nêrweyî, Nihêlî û Herkiyên Binecî di hewara Mihemed Axayê Çemankî biçin li Çemankê ku dijmin bihîviye êrîşî ser wan bike". Evdirehman Axa radibe qasidên xwe dişîne hemî gundên Doskî Joriyan da ku leşkerekî dirist bikin.

 
Kitêba Eşîrên Behdînanê ya nivîsînkar Hêrişê Kemalê Rêkanî
 
Kitêba "Bo Aazdiya Welatî" ya Fermandar Mistefa Nêrweyî, Rûpel: 97-98

Avdirehman bi fermandariya 103 pêşmergehan dide rê. 25 pêşmerge diçin Serê Akrê û Nehlê Avdirehman tevî 78 pêşmergeyan berê xwe dide Çemankê. Li 16ê îlona 1961ê pêşmergeyan li çemankê pilana şer danî û êrîşî dijmin kir, şerekê mezin rû da. Ji ber giraniya çekê dijminî pêşmergeyan du caran êrîş kir û nekarî bi ser kevin. Lê cara sêyê pêşmergeyan êrîş kir û karî hêzên dijminî bişkênin. Pêşmerge ketin dû dijminî, dijmin reviya çiyayê Gare. Hindek serbazên dijminî xwe di nav qesra Baremînkê de asê kiribû û teqe li pêşmergeyan dikirin. Avdirehman Axa tevî pêşmergeyan êrîşî wan kir, lê Avdirehman Axa li berderê qesrê bi fîşekek wan jiyana xwe ji dest da.[3] Ew tenê 6 roj bûn ku şoreşê dest pê kiribû, bi vê jî Avdirehman dibe yekemîn fermandarê şoreşa îlonê li devera Behdînanê ê ku jiyana xwe ji dest daye. Piştî mirina wî û çend pêşmergeyên dî Şêx Ehmedê Barzanî sê rojan şînî û matemîn li devera Barzanê ragihand.

 
Pesenda Fermandar Seîdê Xelîlê Xoşevî

Piştî wî, kurê wî Seîdê Avdirehmanî cihê wî digre. Avdirehman bavê helbestvan, Sidqiyê Şetunisî ye, ku ew jî di sala 1995an de di cengê de dimire.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Hêriş, Kemal Rêkanî (2019). Eşîrên Behdînan (bi kurdî, kurmancî, û tîpên aramî). Dihok: Zanîngeha Dihokê. r. 190.{{cite book}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)
  2. ^ Çavpêkevtin digel Şefîq Şetunisî. "Pesenda Seîdê Xelîlê Xoşevî".
  3. ^ Yusif Sebrî, Dilovan Mistefa (2012). Bo Aazdiya Welatî, Mistefa Nêrweyî (bi kurdî, Kirmancî, û Tîpên Aramî). Dihok: Xanî. r. 97-98.{{cite book}}: CS1 maint: unrecognized language (lînk)