Şetunis
Şetunis, gundeke ji eşîreta Doskî Joriyan, li Başûrê Kurdistanê, li ser sinorê başûr-bakur ê Kurdistanê, ser bi qeza Amêdiyê.
Li sala 1988an ve ketiye ber pêla enfala reş û niha vala ye.
Li gor amara sala 2017an hijmara hevwelatiyên gundê Şetunis dibe 1181 û 261 xêzan. Niha hevwelatiyên gundê Şetunis akincî ne li parêzgeha Dihok taxa Hewşkê, Soran, Sersink, Şîladizê, Gever û Merîna.
Jêdera navê Şetunis
biguhêreDerbarê navê gundê Şetunis heta niha çi zanyarî ên rast di dest me de nînin bi tenê hindek boçûn ên devokî hene ku bi hevre grêdaneke xwezayî a hebûna Robarê Şîn ku şet bi ramana robar dihê di zamanê erebî de û ew likandina unis aşkira ye ku ji Yunis hatiye lê ew Yunis kî ye kî nîne mexabin nahê zanîn.
Siriştê gundê Şetunis
biguhêreGundê Şetunis bi sirişt û jîngeha xwe a pirî warên balkêş navdare. Derbas bûna Robarê Şîn di navenda gund de ciwaniyeka mezin daye sîmayê gundî. Dîsan gelek çiya, dol, nihal, kanî û şikeftên mezin li gund hene û gund bi çiya ên bilind û asê hatiye dorpêç kirin weke çiya ên Serderê, Pişta Gundî, Sertî, Tekelê, Dilêj, Sipî û Perespan.
Elbet di nava van çiya û dol û nihalan de kanî û cû wê pir hebin çi ew kanî biharî bin ên ku piştî nemana befrê ji bin erd derdiketin paşî dîsan hişik dibûn an jî kanî ên herdemî bin. Ava kaniyan jêdera sereke a ava vexwarinê û kar û barên rojane ên gundiyan bû, navên kaniyan jî ev bûn: Serokanî, Mêşkê, Menda, Sergîza, Pembiya, Gurgava, Bizinminê, Xaranê, Kewa û Sergirî.
Gundiyan sûdek mezin ji çend aliyekan ve ji şikeftan jî didî wan ew ji bo xwedî kirina giyandaran û terş û kewalî bi kar di anîn, herwiha weke kogeh ên paraztina alîkê giyandaran û berhemên xwe ên zêde ji pêdawîstiyan jî sûd jê wer digirt, dîsan gundiyan ew şikeftên li nizîk robar ji bo dirist kirina mêwîjan û doşavê bi kar di îna ji ber vê yekê navê şikefteke gund kirine şikefta Doşavê. Navên hindek ji şikeftên gundê Şetunis evin: Dêrê, Kuyîrkê, Beroj, Suyîryê, Zera, Gezê, Çemê Zorê û Çemkê Umerkî.
Jiyana civakî a gundê Şetunis
biguhêreDi derbarê jiyana civakî a gundê Şetunis ew mînaka êkrêzî û bi hevre jiyan û hev pejiraninê bû, Şetunisyan peywendî ên xizmatî bi gund û eşîrên derdora xwe re girê dane. Bi hevre jiyana gundiyan bibû dergehê seredan û rûniştina şevbêrî ên pirî xweşî û serpêhatî û dîwanên bi keyf û serbor ji bû gundiyan û kesayetî ên gund û eşîrên derdor.
Aborî a gundê Şetunis
biguhêreBi awayekî giştî jiyana aborî li devera Doskî jorî an di barûdoxên aloz de derbas dibû, ji ber alozî û zehmeta rêyên hatin û çûnê ji bo tirimpêlan. Ji bervê jî hemû kesan ne dikarî kerek yan hêstirek ji xwe re bikrin ji bo veguhastina berhemên xwe da ku veguhêzin cihên bazirganî û ji xwe re bi firoşin, ev bibû egerek ji bû rewşa aborî a ne baş a Doskî jorî an.
Lê rewşa aborî a xelkê gundê Şetunis li çav wan hindekî baş bû ji ber giringî a cihê erdnîgarî ê gund ku bibû navendeke bazirganî li deverê di navbera sinor ên başûr û bakûr de, pitirî a bazirganî a wan bi gundên Doskî an ên li bakûr bû herî zêde jî bi Oramar û Satê an re bûn. Gelek caran jî karwanîn Şetunisyan ên bazirganî gehiştine bajarên Mûsil, Amêdî, Şêrwan, Goretû û Mêrgesorê, bazirganî a wan jî herî zêde li ser pez, terş û kewal, qumaş û tûtinê bû, ji aliyekê din ve Robarê Şîn bibû egerê keş û hewa ê xweş û fênik û çerwanekê baş ji bû pez û terş û kewalî. Dîsan robar bibû egerê hebûna giya ên biharî ên xwarnê li dol û nihalên gund weke rese, Kuvark û stirk. Darên fêqî jî weke Mêw, Behîv û Gûz hebûn ku sûdek aborî a herî mezin dida xelkê gund.
Gundê Şetunis û tevgera azadî xwaza kurdî
biguhêreGundê Şetunis roleke pêşeng lîstiye di meydana xebata tevgera azadî xwaza gelê kurd de, Her ji şoreş ên pêşîn ên Barzan paşî Komara Kurdistanê û Şoreşa Îlonê û Şoreşa gulanê heta şerên têkbirina terorîst ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê. Û di vê rêde gelek şehîd dane mîna Şehîd Ebdulrehman Selîm Şetunisî ku êkem şehîdê fermandar bû li devara Badînan li şoreşa îlonê û dîsan Şehîd Mihemed Emîn Xurşîd, Şehîd Sidqî Ebdulrehman Şetunisî, Şehîd Elî Salih Şetunisî, Şehîd Hisên Teha Şetunisî, Şehîd Saman Şetunisî...hwd. Dîsan gundê Şetunis xwedî çendîn pêşmerge û fermandar ên xwedî xebat bû mîna Seîd Ebdulrehman Şetunisî, Hecî Umer Şetunisî, Umere Sor Şetunisî, Hesen Erefat Şetunisî, Şukrî Silêman Şetunisî, Tahir Îsmaîl Şetunisî û hwd.