Şêladizê

(Ji Şîladizê hat beralîkirin)

Şêladizê (bi soranî: شێلادزێ‎) nahiyeke bi ser bajarê Amêdiya parêzgeha Dihokê (Badînan, Kurdistan) ve ye.

Şêladizê
شێلادزێ‎
Nahiye
Dîmenekê Nah'îya Şêladizê
Şêladizê li ser nexşeya Başûrê Kurdistanê nîşan dide
Şêladizê
Şêladizê
Koordînat: 37°01′46″Bk 43°47′09″Rh / 37.02944°Bk 43.78583°Rh / 37.02944; 43.78583
WelatBaşûrê Kurdistanê
DewletÎraq
ParêzgehDihok (parêzgeh)
NavçeBadînan
Bilindahî
600 m (2000 ft)
Nifûs
50.000
Map
biguhêreBelge

Li destpêkê gundek bû bi ser hoza Doskî jorî ve ku dewrûberên Sedê 19ê lê akincî bibûn, navê wê ji cugrafiya wê hatiye "Şêl-a-do-zê"[çavkanî hewce ye] û hatiye sivikkirin bo "Şêladizê" ku herdû zêyên Avaşîn ji bakur ve û Zêyê Mezin ji rojava ve dihên, digehine yek û derbas dibin bo rojhilata Şêladizê.

Piştî Kuça 1988an ê Xelikên Gundên Hozên Dewruber (Doskî, Rêkan) Berev Şêladizê ve Hatin û lê akincî bûn. Di 2012an de Şêladizê wek nahîyeke bi ser parêzgeha Dihokê hate danan, û gundê Şêladizê nuke wek taxeke Mezinê Şînwarî li Navenda Nahiyeya Şêladizê maye bi navê Şêladiza Kevn, û hijmara akinciyên Şêladizê bi nêzîkî 50.000 kesan dihête xemlandin.

Şîladizê bi kultureke taybet a kurdî bxuve[zelalkirin hewce ye] dewlemendî û caniya civak û kultura kurdî diyar diket. Herwisa zaravekê taybet bixuve jî heye ku ji malbata zaravê badînî/kurmancî ye.

Gelek kesayetên şareza û navdar di bwarên cuda da jê raboyne ku xizmeta civak, kultur, ziman û xelkê Kurdistanê kirine.

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre