Stêrnasiya cîhana îslamî ya serdema navîn

Stêrnasî di cîhana îslamî de pêşketinên stêrnasî pêk anîne. Nemaze di Serdema Zêrîn a Îslamê de (sedsal 8 û 15), û piranî bi erebî hatine nivîsîn. Ev geşedan bi taybetî li rojhilata dûr û Hindistan, piştre li Rojhilata navîn, Asyaya Navîn, Endulus û Afrîkaya bakur pêk hatin. Wekî din jî ji ber ku stêrnasiya îslamî bandoreke girîng li ser stêrnasiya Bîzansî û Ewropî kir (binihêre wergerandinên latînî di sedsala 12an de), di gel li ser stêrnasiya Çîn û Malî ji bandorek gelek mezin dikir. Hejmarek ber bi çav ji stêrkên li esman, wek "Aldebaran", "Altair", û "Deneb", û têgehên stêrnasî kî yên wekî "Alîdade" "Azimuth" û "Nadir" hîn jî bi bêjeyên erebî têne bi navkirin. Îro jî piraniya wêjeyê hejî ji stêrnasiya îslamî tê. Di seransera cîhanê de zêdetirî 10.000'an destnivîsê îslamî yên derbarê stêrnasiyê de hene li piraniya wan nayê xwendin an jî tomarên ku katelogê wan nehatiye amadekirin. Dîsa jî, çalakiya îslamî ya di qada stêrnasiyê de dikare bi rengekî rehetî were şîrovekirin.[1][2]

Gutlek stêrnasî a farsî
Astrolabek Farisan ya sedsala 18an

Çavkanî biguhêre