Aslan Ûsoyan (rûsî: Аслан Усоян) herwiha weke Bapîr Hesen tê binavkirin (jdb. 27ê sibatê 1937 - m. 16ê kanûna paşîn 2013) ku yek ji karsaz û çetegerên navdar ê li seranser YKKSê nav daye bû, û êzîdî ye.[1]

Dema Sovyet hilwedişe, gelên Sovyetê dikevin hewla serxwebûnê. Ji ber ku kurd li komarên Sovyetê hindikayî bûn, rastî zordariyan dihatin. Li Ermenistanê, Azerbaycan û Qazaxistanê kurdên navdar dihatin kujtin, dest didan ser milkên wan, ji welat dikirin der. Di şerê azerî-ermeniyan de ziyana herî mezin kurdên Kurdistana Sor dîtin. Lê ji ber ku di qada navneteweyî de dewleteke kurdan nîne, cîhan bêdenga ma. Aslan Ûsoyan û gelekên din wiha derketin holê.

Aslan Ûsoyan berê li Gurcistanê navdar dibe. Dûv re li gelek welatên YKSSê, Rûsya ûêd. Di nîsana sala 2010an li Ukraynayê tê girtin. Bi bahaneya ku bi rêxistineke mafyayî ya hayan (ermenî) re hevkarî kiriye tê darizandin. 16ê îlonê de li navenda Moskowê tê gulebarankirin û birîndar dibe.

Çavkanî biguhêre