Analphabetîzm an nexwendewarî tê wateya kêmasiyên takekesî yên çandî, perwerdeyî an derûnî di xwendin û nivîsandinê de. Heya sedsala 20an, civakên mezin ên bê xwendin û bê nivîs hebûn, ku ji wan re çandên devkî tê gotin.

Rêjeya xwendin û nivîsandinê (alfabetîzmê) li cîhanê, sal 2013

Asta xwendewariyê/alfabetîzmê di nav nifûsa cîhanê de saya dibistana mecbûrî di sedsalên dawî de pir zêde bûye. Di sala 1820an de tenê 12% ji mirovên cîhanê dikaribûn bixwînin û binivîsin, îro ev rêje berovajî bûye: tenê 13% ji nifûsa cîhanê hîn nexwendewar/analfabet in. Di van çend dehsalên borî de, rêjeya xwendin û nivîsandinê ya cîhanî her 5 salan carekê bi qasî 4 puan zêde bûye - wek mînak ji %42 di sala 1960an de gihîştiye % 86 di sala 2015an de.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Roser, Max; Ortiz-Ospina, Esteban (13 tebax 2016). "Literacy". Our World in Data.