Amar
Amar (bi înglîzî: statistics) yek ji zanistên matematîkî ( bi kurdî zanistên bîrkarî) ye ko serederiyê digel komkirin, şirovekirin, berêkvedan , berçavkirina dayian (bi îngîlîzî: data) dikit. Amar di qadeka mezin a biavên zanîngehî (ango, bi îngilîzî: academic diciplines) da, wekî zanistên fîzîk û civakî û mirovantî da dihêt bikaranîn. Amar ji bo biryardan û plandananê di rêvebirin û aboriyê da dihêt bikaranîn.
Şêwazên amarî dikarin ji bo wesfandin an kurtkirina daneyên komkirî bihên bikaranîn; dibêjin vê Amara Wesfinde.