Ali Mahir Başarır (jdb 3ê îlona 1975an li Tersus, Mêrsîn), siyasetmedar, parêzer û perlamenterê serdema 27an a Mêrsînê ye ku bi eslê xwe tirk e.

Ali Mahir Başarır
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Mersin (en)
dp.
Jidayikbûn
Hevwelatî
Pîşe
Partiya siyasî

Jînenîgarî biguhêre

Ali Mahir Başarır di 3ê îlona sala 1975an de li Tarsusa Mêrsînê ji dayik bûye û dibistana seretayî, navîn û lîseyê li Tarsusê xwendiye. Xwendina xwe ya zanîngehê ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Marmarayê xwendiye û li heman zanîngehê di beşa Hiqûqa Giştî de mastera xwe qedandiye.[1]

Li Stenbolê dest bi parêzeriya dike û li Kulûba sporê ya Maltepe û Kulûba sporê ya Kartalê wek rêveber xebitiye.[2]

Piştî ku Partiya Gel a Komarî ku piştî Derbeya 12ê îlonê hat girtin û careke din dîsa ku di sala 1992an de hate vekirin, di nava rêxistina navçeya Tarsûsê de cih girt û dest bi jiyana siyasî ya aktîf kir. Başarir ku di hilbijartinên giştî yên sala 2011an de cara yekem dibe namzeta parlamenteriya Mêrsînê, di hilbijartinên giştî yên 24ê hezîrana sala 2018an de weke parlamenterê Mêrsînê tê hilbijartin.[3] Di 37em Kongreya Asayî ya Partiya Gel a Komarî de ku di 25-26 tîrmeha sala 2020an de pêk hat de wek endamê Meclîsa Partiyê hatiye hilbijartin û li meclisa Tirkiyê ye wekî endamê Komîteya Destûra Bingehîn a Meclîsê kar dike.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Av. Ali Mahir Başarır - Başarır Hukuk". web.archive.org. 6 tîrmeh 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 tîrmeh 2020. Roja gihiştinê 7 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ". web.archive.org. 6 tîrmeh 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 tîrmeh 2020. Roja gihiştinê 7 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "ALİ MAHİR BAŞARIR SEÇİM ÇALIŞMALARINA START VERDİ | Tarsus Akdeniz | Gazete, İnternet Haberciliği | Mobil". m.tarsusakdeniz.com. Roja gihiştinê 7 gulan 2023.