Akif Yılmaz

(Ji Akîf Yilmaz hat beralîkirin)

Akif Yılmaz (jdb. 1956 – m. 15ê îlona 1982an), çalakdarê siyasî yê kurd û endamê tevgera Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Di sala 1982an de di çalakiya rojiya mirinê ya 14ê tîrmehê jiyana xwe ji dest da.[1]

Akif Yılmaz
Jidayikbûn
Akif Yılmaz

1ê kanûna paşîn a 1956an
Micic (bi tirkî: Beşiktaş), Erdêxan, Bakurê Kurdistanê
Mirin25ê îlona 1982an (26 salî)
Amed, Diyarbekir, Bakurê Kurdistanê
Sedema mirinêÇalakiya rojiya mirinê
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
PîşeÇalakdarê siyasî
TevgerPartiya Karkerên Kurdistanê (PKK)
biguhêreBelge

Akif Yılmaz, di sala 1956an de li gundê Micica Erdêxanê ji dayik bûye. Tevî ku rewşa malbata wan ya maddî ne baş bû jî, bavê wî xwest ku bixwîne. Akif Yılmaz, berî ku PKKê nas bike jî xwediyê nêrînên çep û pêşverû bû, piştî ku têkoşîn ji bo welat tê veguhestin, di nav refan de cihê xwe digire.

Di 2ê gulanê sala 1980an de tê girtin û wî dişînin zîndana leşkerî ya Amedê. Piştî çalakiya Mazlum Dogan 21ê adarê û çalakiya çar lehengên 18ê gulanê, di 14ê tîrmehê sala 1982an de di pêşengiya Mehmet Xeyrî Durmuş de rojiya mirinê tê destpêkirin û Akif Yılmaz jî di vê çalakiya rojiya mirinê de cî digire û di roja 63em ya çalakiyê de roja 15ê îlonê sala 1982an de jiyana xwe ji dest dide.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "'Bu çığlığı duyun'". Yüksekova Haber Portalı (bi tirkî). Ji orîjînalê di 20 çiriya pêşîn 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2020.