Perestgeha agirî yan jî agirgeh perestgeh e ku lê rêza yek ji çar elementên pîroz, agirê, tê girtin. Mabedeke zerdeştîtîyê ye, di wateya "mala agirê" de ye.

Dirav ji Erdeşîrê Yekê, perestgeha agirî
Tesvîr ji Nexşê Ristem, Îran
Agirgeh li Yezdê

Ev mabed pirranî ji salonek û gelek odeyên biçûk pêk tên. Di zerdeştiyê de agir, ax, av û hewa elementên pîroz in lewra bêî wan jiyan nabe. Li agirgehan rahîb wekî sîmbolekê, agir xwedî dikin, li wir stran û diayên olî bilêv dikin.

Agir hêza paqijker e. Agir sîmbola restegîniyê, realîteyê ye (aşa: rast(î), sazî). Agir ruhê ameşa spenta (amşaspend) Aşa Vahîşta ye. Pileyên wê hene: Agirdadgeh (agirê edaletê), agiradaran (agirê agiran), û agirbehram (agirê Behram). Herwiha ji dêl agir ve atêş jî tê bikaranîn.

Bi hatina ola îslamê re perestgehên zerdeştiya, pirtûkxane, mabedên wê tên rûxandin, xirabkirin.

Binihêre biguhêre

Girêdanên derve biguhêre