Aboriya Asyayê

Kurtiya aboriya Asyayê

Aboriya Asyayê di nav xwe de 49 dewlet û 4,5 milyar (60% gelheya dinyayê) mirovan dihewine[1]. Asya herêma ekonomik a herî bil ez mezin dibe û li gorî GDP Nominal (Dahatûya Naxweyiya Nesade ya Nomînal) û PPP (Parîteya Hêza Kirînê), ekonomiya parzemînî ya herî mezin a li dinyayê ye[2]. Herwiha, Asya, ji destpêka mucîzeya aborî ya Japonan (1950-1990), Mucîzeya Çemê Hanê (1961–1996) ya li Başûrê Koreyê, hilperîna aborî (1978–2013) ya Çînê, Ekonomiyên Tiger Cubê (1990 – niha) ya li Îndonezya, Malezya, Taylenda, Fîlîpîn, û Viyetnamê, û hilperîna aborî (1991–niha) ya Hindistanê heta niha bûye cihê gelek hilperînên aborî yên herî demdirêj.

Wek hemû herêmên dinyayê, dewlemendiya Asyayê jî li gorî dewletên wê di nav xwe de diguhere. Ew ji ber mezinayiya parzemînê, hebûna her cûre kultur û çandan, cihêbûna xwezayan, guherînên dîrokî û sîstemên rêvebirinê diguhere. Li gorî PPP (Parîteya Hêza Kirînê), Çîn, Hindistan, Japon, Îndonezya, Tirkiye, Koreya Başûr, Erebistana Siûdî, Îran, Taylenda û Taywan û li gorî GDP Nominal (Dahatûya Naxweyiya Nesade ya Nomînal) jî Çîn, Japon, Hindistan, Koreya Başûr, Îndonezya, Erebistana Siûdî, Tirkiye, Taywan, Taylenda û Îran ekonomiyên herî mezin ên Asyayê ne.

Nexşeya Asyayê

Dewlemendiya tevde ya Asyayê; li Rojhilata Asyayê, Hindîstan û Başûr-rojhilatê Asyayê kom bûye. Lê dema li gorî Dahatûya Naxweyiya Nesade ya serane (GDP per capita) were pîvandin, dewlemendiya Asyayê; li rojhilata Asyayê, Japon, Koreya Başûr, Taywan, Hong Kong, Makaw, Sîngapûr û Burundî, û li dewletên zengînên neftê yên li rojavayê Asyayê yên wek Erebistana Siûdî, Qatar, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Bahreyn, Kuweyt û Oman[3] kom bûye. Îsraêl û Tirkiye jî aboriyên sereke yên li Rojayê Asyayê ne. Îsrail (bi teşebusên li ser endûstriyên curbecur ve) dewleteke pêşketî ye, Tirkiye jî (endamê damezrîner ê OECD) welatekî di bin geşiyê de ye. Asya, xêyn ji Japon (endustriya giran), Koreya Başûr (endustriya giran û teknolojiya agahî û ragihandinê), Taywan (endustriya giran û hilberandina parçeyên hi-techê), Hong Kong (endustriya fînansî û sektora servîsê) û Sîngapor (hilberandina hi-techê, biyoteknolojî, servîsên fînansî û endustrî û turîzm), di bin bandora mezinbûna bi lez û sanayibûnê de ye. Çîn (hilberandin û mezinbûna FDI-led[4]) û Hindîstan (eşya, nivîsbariya kombersê û çavkaniyê serveyî) li dinyayê, du aboriyên sereke yên heri bi lez mezin dibin.

Welatên Rojavayê Asyayê û ASEANê bi pirranî pala xwe dane hilberandin û danûstandinê (û hêdika bo endustriyê û ticaretê bilind dibin[5]), û bo mezinbûnê, gav bi gav endustriya high-techê û endustriya fînansê[6] ava dikin.  Welatên Rojhilata Navîn jî bi pirranî, bo beralîkirina astengiyên hewayî yên rêya mezinbûna aborî û hilberandina tiştan digirin, girêdayiyê endazyariyê ne. Salên borî, bi mezinbûna bi lez a aboriyê û nirxê zêdeka ticarî ya bi dinyayê re û biservekirina firehiya par a aboriya Asyayê ya sektorên sêyemîn û çaremîn, Asya ji zêdetirî 8,5 trîlyon dolara rezervên diwîzî – ji nîvê dinyayê zêdetir- cevandin.

ÇavkanîBiguherîne

  1. "World Population Statistics".
  2. "GDP, current prices".
  3. ""Global wealth report"".
  4. "Asian Economic Integration Reports".
  5. "The Asian Tigers from Independence to Industrialisation".
  6. "Asian Development Outlook (ADO) Series".