Abdulla Herkî

Muzîkjenê Kurd

Abdulla Mihemed Arîs ê ku wek Abdulla Herkî jî tê nasîn, (jdb. Kanûna paşîn 1989an) stranbêj û pêşkêşvanekî kurd e ku li gundê Sîlanê yê girêdayî navçeya Girdesîn a Akrê ji dayik bûye. Herkî di sala 1996an de li navçeya Girdeşînê dest bi xwendina seretayî kir û her tim hezkirineke mezin ji stranbêjiyê re hebû. Mamoste û hevalên wî di destpêkê de gelek teşwîq kirin ku stranan bêje. Yekem car di sala 2005 de beşdarî bernameya Faraşîn a Kurdistan TV bû û bi nav û deng bû û ew bername bû piştgirek baş jê re ku di cîhana muzîkê de bi cih bibe.[1] Abdulla Herkî di sala 2011an de zewicî û di sala 2012an de bawernameya lîsansê li Zanîngeha Dihokê wergirt û piştî wê çendê karî di warên çand, medya û ronakbîriya ciwanan de bidest bixe.

Abdulla Herki
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1989an (35 salî)
Dihok
Cureyê muzîkêKurdî, Dawet, Stranên gelerî , Pop
PîşeStranbêj, pêşkêşker
Salên çalak2005 - heta niha
Malperwww.abdulla-harki.com
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Abdulla Herkî di sala 2011an de zewicî û di sala 2012an de bawernameya lîsansê li Zanîngeha Dihokê wergirt û piştî wê çendê karî di warên çand, medya û ronakbîriya ciwanan de bidest bixe. Di sala 2013an de wek stranbêjekî herêmî hat naskirin û bi stranên xwe yên nû gavên baştir avêtin.[2] Abdulla Harkî gelek strana dawetan bi Gotin û awazê xwe çêkiriye, bi dehan klîbên wî jî hene. Ne tenê li herêma Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybetî li bakur û rojhilatê Kurdistanê, heta li welatên Ewropayê jî, di dawetên kurdan de li dar dixe.[3][4][5][6]

Bernameya televîzyonê biguhêre

Abdulla Herkî ji bilî karê stranbêjiyê di sala 2020an de li Waar TV dest bi pêşkeşvaniyê kir û heta niha jî berdewam e.[7]

Dîskografî biguhêre

Albûm biguhêre

  • Şêhida dîla 2016
  • Kevna yar 2018
  • Bila bimrim 2019
  • Bê dil 2020
  • Seyran 2022

Klîp biguhêre

  • Şengê
  • Qederê  
  • Dumahîk şef  
  • Dil ketmê  
  • Pêşmerge
  • Rîfrandom
  • Tembora dlê min
  • Sêvê
  • Hela Hela – Mashup
  • Te çewa dilda
  • Yal Bîrê

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "الفنان عبد الله هركي 14-05-2018". www.rebaznews.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 sibat 2023.
  2. ^ "دانلود آهنگ جدید از عبدالله هرکی به نام شەنگی با پخش آنلاین + mp3". رادیوکردموزیک (bi farisî). 27 adar 2021. Roja gihiştinê 24 sibat 2023.
  3. ^ "Düğüne Kürdistan Bölgesi'nden yerel sanatçı Abdullah Herki davet edildi". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 24 sibat 2023.
  4. ^ "دانلود فول آهنگهای عبداللە هرکی ديماهيك شەڤ با متن • موزیک جدید عبداللە هرکی ديماهيك شەڤ • گلسارموزیک". گلسارموزیک (bi farisî). Roja gihiştinê 24 sibat 2023.
  5. ^ admin (31 adar 2021). "تێکست هركي شه نگئ عبدالله". l7nLyrics (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 24 sibat 2023.
  6. ^ "كورونا يتسلل لمطرب واعلامي في دهوك - شفق نيوز". كورونا يتسلل لمطرب واعلامي في دهوك - شفق نيوز (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 24 sibat 2023.
  7. ^ bedel, naci. "بۆچی عه‌بدوللا هه‌ركی ل وار تیڤی بۆ پێشكێشكار؟ | Rojnameya Evro" (bi erebî). Roja gihiştinê 12 adar 2023.

Girêdanên derve biguhêre