Waar TV
Waar TV televîzyoneke kurdî ye ku di sala 2013an de li bajarê Dihok a Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin.[1][2] Qenal niha bi navê Waar Media tê zanîn ku toreke medyayî ya kurdî ya li parêzgeha Dihokê weşanên xwe dimeşîne. Waar TV girêdayî Tora Medyayî ya Waar û tenê bi Waar TV tê naskirin. Waar Media xwedî malpereke bi zimanê kurdî û zimanê îngilîzî ye. Armanca televîzyonê gihandina nûçeyên hunerî û gihandina geşedanên nû yên kurdî ye.
Waar Media | |
---|---|
Destpêk | 2013 |
Xwedî | Delshad Shaban Abdulghafar |
Picture format | 1080i Full HD |
Welat | Başurê Kurdistanê |
Ziman | Kurdî |
Qada weşanê | Rojhilata Navîn |
Navend | Dihok |
Saziyên girêdayî | Waar Music | Waar Zarok |
Malper | https://waarmedia.com/ |
Berdestî | |
Peyik | |
Eutelsat 10A | Frekans : 11639 Polarîte: V Sembol: 3650 |
Nilesat 201 | Frekans : 10727 Polarite: H Sembol: 27500 |
Eutelsat 7 West A | Frekans: 10727 Polarite: H Sembol: 27500 |
Medyaya bi Streaming | |
WAAR TV | waarmedia |
biguhêre |
Waar TV niha li her çar perçeyên Kurdistanê bernameyan çêdike. %95ên bernameyên televizyonê bi Kurmancî û %5 jî bi Soranî ye. Bernameyên Waar TVyê yên ku li Bakurê Kurdistanê têne çêkirin bi pêşkêşvaniya Mehdî Mutlu bernameya “Mehdi Mêhvan E” û bi pêşkêşvaniya Gernas Nenas bernameya “Pencereya Bakur” e. Li Rojava bi pêşkêşvaniya hûnermend Sefqan Orkêş bernameya “Civata Rojava” û li Başûr jî bi pêşkêşvaniya Dilşad Ehmed bernameya “Mamik” e.
Waar TV bi taybetî girîngî dide weşanên çandî ku li perçeyên Kurdistanê bernameyên çandî û hunerî diweşîne.
Weşan
biguhêreDi sala 2019ê bi Rêveberî û Siyaseteka nû dest bi weşana xwe kreve. Dezgehê Waar Media, ser bi Kompanîya Palo ya Pexiş û Ragehandinêveye û ji kenalê Waar TV, herwesa Waar Radio û çendîn platformên torrîn cvakî bi navê " Waar Media " Pêkdihêt.[3][4]
Armanca kanalê
biguhêreWaar TV, giringîyê dide aliyên kultûrî, civakî, hunerî û peyameka mirovayetî û Kurdistanî heye û hişyariya civakî, jîngehparêzî û parasta pêkvejiyan û aştiya civakî ye. Kanala Waar tv, bi çêkirina rêzefîlm, belgefîlm û muzîka resen û bernameyên xwemalî hewl dide reseniya civaka Kurdistanê biparêze û bînerî bi şaşeya xwe ve girêde. Ji aliyê kompaniya "vjin êcokêşn" ve piştevaniya darayî li kanalî dihê kirin.[5][6]
Girêdanên derve
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ "WAAR Media". waarmedia.com. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2022.
- ^ "Waar TV - LyngSat". www.lyngsat.com. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2022.
- ^ RTÜK’ten Kurdistan24, Rudaw ve Waar TV kararı. "RTÜK'ten Kurdistan24, Rudaw ve Waar TV kararı".
{{cite web}}
: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk) - ^ "تركيا توقف بث 3 قنوات كردية "K24 TV" و"WAAR TV" و"Rudaw TV" – وكالة صدى الاعلام للانباء" (bi îngilîziya amerîkî). Ji orîjînalê di 15 nîsan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
- ^ "Hevpeyvîna WAAR TV, Dr. Ary Habib, bi Dr. Muayad Aghali Merza, Seroki kolija dermansazi, li ser Tayi Maltayi: xweparastn w charasariyi; 09.05.2018". uod.ac (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
- ^ "Reşîd Findî di bernamê Şevîn ye WAAR TV de |" (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
- ^ Pencereya Bakur - Osman, Abûzer û Bahrî Altay (bi îngilîzî), roja gihiştinê 17 kanûna paşîn 2024
- ^ Mehdî Mêhvan e - Ewropa - Xeleka 1 | مەهدی مێهڤانە - ئەورۆپا - خەلەكا ١ (bi îngilîzî), roja gihiştinê 17 kanûna paşîn 2024
- ^ Mamik - Xeleka 72 | مامك - خەلەكا ٧٢ (bi îngilîzî), roja gihiştinê 17 kanûna paşîn 2024