Aîryanem Vaeceh, airyanem vaejah, Êranvej (di kurdiya îro de: Welatê Firehê(dûrê) Ariyan) di pirtûka pîroz a Zerdeştîtîyê de navê welatê îraniyan ango ariyan e.

Aryana, gorî Avesta ji 16 herêman pêk tê. Axa wê bikêr û dewlemend e. Li wê welatê pirranî zivistan heye, havîn kurt e, tenê du mehan didome. Bi biharê re çem û kaniyên vê welatê dicoşin, gurr diherikin.

Bêjeya Vaejah an Vaeceh di wateya firecih de ye. Hin zanistên rojavayî bingeha bêjeyê di zimanê vedî de digerin. Di zimanê vedî de vij tê wateya tov, candarên biçûk. Aîrya yan Ariya di wateya îraniyan de ye. Şahê farisan ji bo tevahiya dîrok û dewlemendiya Zerdeştîtî û îraniyan bikin para farisan, ji ber ku xwedî dewlet in, navê welatê xwe dikin Îran, ango welatê Îraniyan. Lê ne tenê faris îranî ne, kurd, belûçî, mazenderanî, efxanî ûêd jî îranî ne.

Erdnîgariya Ariyayê biguhêre

Hêj jî baş nayê zanîn ku sînorên Ariyaya di Avestayê de behsa wê tê kirin, li kû ne. Avesta behsa 16 herêm an welatan dike. Gelek zanistên rojavayî bakurê Îranê nîşan didin. Hin kes Efxanistanê, hin bakurê rojhilatê Kurdistanê nîşan didin.

Girêdanên derve biguhêre