Şorbeya keşkê, şorbeya çortanê, germiya keşkê/çortanê, terhane ji şorbeya ku ji keşk an çortanê tê kelandin e.

Keşk û çortan ne yek in, herdu du cure ne lê li hin deveran çortan û keşk, wekî hevwate tên bikaranîn. Kurd, ermenî, faris, balkanî, romî (tirk) ji keşkê gelek xwarinan didin ser. Şorbeya wê pirranî zivistanê tê xwarin. Keşk û çortan ji havîn an payîzê ve tên hişkkirin. Li Dilok, Meledî, Sêwas, Ezirgan, di nava kurdên Anatoliya Navîn de keşk navdar e.

Kurd navê terhane bikarnayînin, lê ji ber bandora tirkî, navên xwarinên kurdî jî, roj bi roj tên jibîrkirin.

Berkeliya (melzemeyê) şorbeya keşkê ya ErxewanêBiguherîne

  • 600 gr keşk
  • 12 SA (stekana-qedeha avê) av
  • 4 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 10 dd (dendik) sîr

Bo sosa wê:

ÇêkirinBiguherîne

Ji êvar de keşkê bikin nava avê bila nermijî bibe. Lê bila pirr dirêj jî di nava avê de nemîne, 4-5 katjimêr bes e. Bidarivînin, avê berdin quşxane yan beroşê, xwê pê werbikin, bi qasî 30-45 deqe bikelînin.

Ji ser agir daynin keşkê li tevdêrê (mîkser) bidin (berê dipişirandin) û bi qasî 3-4 deqeyan dîsa bikelînin. Heger dixwazin tîr nemîne, bi avê ron bikin, li ser daxwazê ye. Di badiyekê de sîrê bikutin, tevlî şorbeyê bikin.

Îcar dora rûnê ser e. Di rûnbirêşkê de rûn bihelînin, îsot û pûjanê berdin navê. Sosa wê li ser binikên servîsê tê belavkirin, nakeve quşxaneyê.