Şorbeya gundiyan, şorbeya pîvazê ya xelikiyan cure şorbeyeke kurdên Anatoliyaya navîn e. Li Dîlokê jî tê zanîn.

Bixwazin şerab û sirke jî biguhêre

Niha li bajaran şeraba spî jî tevlî dikin ku çêjdar dike. Di vê terîfeyê de şerab nîne. Di terîfeya gundiyan de sirke jî nîne lê li vir di terîfeyê de sirke heye, lewra bi rastî jî, sirke gelek tehmê xweş dike.

Terîfe ji xanimeke êla Xelîkan hatiye wergirtin ku li Ewropayê dijî.

Berkelî biguhêre

  • 250 gr pîvaza serî ya spî
  • 5 gr ard (arvan)
  • 50 gr rûnê nivîşkî
  • 1 KX (kevçiya xwarinê) sirkeya sêvê
  • 600 gr ava goştê mirîşkê
  • 1 dendik sîr
  • 1 ta awîşena teze (cehtera teze)
  • Hinekê penîrê spî (li bajaran niha penîrê grawyer bikartînin)
  • Hinekê nanê kartû (li bajaran niha nanê baget bikartînin)
  • Xwê
  • Îsota reş

Çêkirin biguhêre

Runê nivîşkî berdin quşxaneya xwe. Pîvazê hûrkirî di nav de biqijilînin. Bi qasî 10 deqeyan sor bikin, neşewitînin. Bi qasî 2 KX ard berdin navê. Heger bixwazin şerab û sirkeyê jî berdinê, sor bikin.

Heskek ava goştê mirîşkê berdin quşxaneya xwe, hinekê tevdin. Sê stekan (qedeh) ava goştê mirîşkê dîsa tevlî bikin. Xwê, îsota reş pê werbikin, bihêlin bila di germiya nizm de bikele. Bi qasî nîvê saetê bikelînin.

Ji ser agir daynin, li binikên servîsê parve bikin. Penîrê xwe li ser nan bihelînin, bi tevî nan bipişirînin, berdin nava şorbeyê. Êdî dikare were ser destexaneyê.

Çima gotine şorbeya gundiyan biguhêre

Dibe ku ji ber berkeliya vê xwarinê be, ev nav lê kirine. Nanpişirandina nava xwarinê, awayek ji xwarinên hêsan e û gundî gelek dixwin.