Şorbehûr
Şorbehûr, germiya hûrê cureyek ji germiyan, şorbeyan e. Ji hûrê ajalê tê çêkirin. Di pêjgeha kurd de gelek hezkirî ye. Herwiha di pêjgehên gelek neteweyan de cih digire.
Ji xeynî kurdan, ermenî, alman, polandî, latîn amerîkayî, hindî, viyetnamî, çekî, tirk, gelên balkanî jî şorbehûrê dizanin û dixwin. Tirk viya di nava xwarinên xwe yên neteweyî de didin nasandin. Bi tirkî jê re işkembe çorbasi dibêjin ku ne bêjeya işkembe bi tirkî ye ne jî çorba. Bi texmîni ev xwarin ji pêjgeha asyayê belav bûye û bi hezaran salan in tê zanîn û xwarin.
Li her welatê bi awayekê tê xemilandin. Li Amerîkaya Latînî jê re menûdo dibêjin û pîvaz, anix û îsota tûj tevlî dikin. Li Hindistanê ji hûrê bizinê çê dikin. Viyetnamî soyayê dixinê.
Berkelî
biguhêre- Hûrê dewarê, bi taybetî yê golîkê
- Sirke
- Sîr
- Rûnê riwekan
- Îsota sor
- Ard (arvan)
- Xwê (sol)
Çêkirin
biguhêreHûr divê pirr pakij bên amadekirin û parçekirin. Di sîtil an quşxaneyê de (beroş) tê kelandin. Heya bikele gelek caran kefa wê ser re tê girtin. Çend serî sîr davêjin navê. Dema keliya, şelên hûrê ji avê dertînin, dema sar bû bi kêrê tê ristekirin û paşê dîsa davêjin nava ava xwe.
Didin ser agir, hinekê ard pê tê werkirin. Herwiha xwê jî. Agir tê vesandin. Îsota sor di nava rûnê de bi narînî tê qelandin. Germî bo bê ser destexaneyê dixin nava tasan û rûnê qelandî berdidin ser.
Gorî daxwazê sîra di nava hinekê xwê de hatiye kutandin dixin nava sirkeyê û berdidin ser xwarinê.
Dîsa bo çêjdanê li ser daxwazê zerika hêkê di nava ava lîmonê de tê kilandin û viya berdidin ser şorbehûrê.