Şewata li Amed û Mêrdînê 2024

(Ji Şewata Amed û Mêrdînê 2024 hat beralîkirin)

Şewata li Amed û Mêrdînê şewateke berfireh e ku di 20ê hezîrana sala 2024an de li erdên di navbera bajarên Amed û Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê de derketiye.[1][2] Şewat li qadên çandiniyên di navbera navçeyên Çinar a bi ser parêzgeha Diyarbekirê û navçeya Şemrex a bi ser parêzgeha Mêrdînê ve derketiye. Li qadên ku şewat derdikeve û ber bi qadên niştecihên ve diçe ji ber şewatê 15 kes jiyana ji dest dane û 73 kes birîndar bûne.[3]

Şewat a ku di despêkê saet di 22:15an de li gundê Tobîn û Bodikan a ku bi ser navçeya Çinar a Diyarbekirê ve ye dest pê dike û bi tesîra bayê bi awayekî bilez li qadeke berfireh zêde dibe û ber bi gundên Reşan, Şewaşî û Dirînê ya bi ser navçeya Şemrexa Mêrdînê ve diçe.[4]

Li gorî rapora ku ji aliyê serdozgerê Amedê ve hatiye amadekirin şewat ji ber xetên elektrîkê derketiye.[5] Hatiye texmînkirin ku agir ji ber xetên elektrîkê ku sist bûne û ketine erdê yan jî çirûskên ku ji xetên elektrîkê ketiye erdê agir bi gihayên hişk ketiye derketiye. Hatiye diyar kirin ku ji ber van xirabiyên di xetên elektrîkê de welatiyan bi caran serlêdan li pargîdaniya elektrîkê li DEDAŞê dane lê xetên elektrîkê ji aliyê DEDAŞê ve nehatine çêkirin.[6][7][8]

Ji ber van şewatan li herêma şewatê di navbera 15 û 20 hezar donim zevî û mêrgên welatyan şewitiye.

Pêşveçûyîna bûyeran

biguhêre

Şewat di despêkê de di 20ê hezîrana sala 2024an de seat di 22:15an de li qadên çandiniyên li gundên Çinarê derdikeve û bi herikîna bayê re bi awayeke bilez berbelav dibe û ber gundên bi ser navçeya Şemrex a Mêrdînê ve diçe.[4] Hatiye diyar kirin ku şewat li herêmeke berfireh, berfireh bûye ku tesîran li 17e gundên di navbera Amedê û Mêrdînê kiriye.[9]

Li gorî daxuyaniyên ku ji aliyê siyasetmedarên DEM Partiyê hatiye ragehandin ji aliyê siyasetmedarên DEM Partiyê ve bi caran daxwaza helîkopterên agirkujiyê hatiye kirin lê hemî bang û daxwazên siyasetmedaran bê bersîv mane.

Li herêman şewat bi alikariya tîmên agirkujiyên ya şaredariyên bajarên mezin ên şaredariya Amed, Mêrdîn û Wanê û bi alikariya welatiyan di 21ê hezîranê de hatiye kontrolkirin. Li hinek herêman jî agirên ku bi gihayên hişk ketiye dotira rojê hatiye kontrolkirin û hatiye vemirandin.

Di şewatê de 924 ajalên biçûk (pez) û mezin mirine. Li Amedê 8 hezar û 100 donim zevî dişewite ku hezar û 450 donim zeviyên neçinî ne û 6 hezar û 550 donim jî zeviyên ku hatibûn çinîn dişewitin. Li Mêrdînê jî 7 hezar donim zevî şewitî di nav zeviyan de 4 hezar donim nehatibû çinîn û 3 hezar donim jî hatibû çinîn.[10][11]

Ji ber şewata berfireh 17 gundên navçeyên Çinar û Şemrexê bi bandor dibin. Şewata ku du roj berxwe dide û bi bandora bayê bi awayek bilez berbelav dibe qadeke nêzîkî 20 hezar donim erdên çandî û ne çandî dişewitin.

Ji ber agirê ku bi herêmên niştecihî dikeve li gundên navçeya Çinarê 15 kes jiyana ji dest didin û li seranserê qada şewatê 73 kes birîndar dibin.[12]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Instagram". www.instagram.com. Roja gihiştinê 21 hezîran 2024.
  2. ^ "Şewata li navbera Amed û Mêrdînê hat kontrolkirin: 11 welatî û bi sedan ajal mirin". bianet.org. Roja gihiştinê 26 hezîran 2024.
  3. ^ "Şewata li Amed û Mêrdînê çîrokên ji mirinê girantir li pey xwe hiştin". www.rudaw.net. 24 hezîran 2024. Roja gihiştinê 24 hezîran 2024.
  4. ^ a b "Mardin Mazıdağı ile Diyarbakır Çınar'daki yangın kontrol altına alındı: Ölü sayısı 11'e çıktı, 5 kişi entübe edildi". T24 (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 hezîran 2024.
  5. ^ "Diyarbakır ve Mardin Yangınının Nedeni Belli Oldu". Halk TV (bi tirkî). 23 hezîran 2024. Roja gihiştinê 24 hezîran 2024.
  6. ^ "Diyarbakır ve Mardin'deki yangının bilançosuyla ilgili köylüler ne diyor?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 21 hezîran 2024. Roja gihiştinê 23 hezîran 2024.
  7. ^ Merkezi, Haber (21 hezîran 2024). "Diyarbakır-Mardin yangını nasıl çıktı: DEDAŞ'tan iddialara yanıt". Medyascope (bi tirkî). Roja gihiştinê 23 hezîran 2024.
  8. ^ "Diyarbakır-Mardin yangını: 'Köylüler TEDAŞ'a defalarca dilekçe vermiş ama dikkate alınmamış'". Artı Gerçek (bi tirkî). 21 hezîran 2024. Roja gihiştinê 23 hezîran 2024.
  9. ^ Türkiye, Sputnik. "Diyarbakır ve Mardin'de büyük yangın: 17 köy birden alev aldı, 5 kişi öldü çok sayıda yaralı var". Sputnik Türkiye (bi tirkî). Roja gihiştinê 23 hezîran 2024.
  10. ^ "Gelo şewata li Amed û Mêrdînê ji ber çi derketiye?". Amed Times | Son Dakika Diyarbakır Haberleri (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 hezîran 2024.
  11. ^ "Bîlançoya şewata li Mêrdîn û Amedê hat eşkerekirin". Amed Times | Son Dakika Diyarbakır Haberleri (bi tirkî). Roja gihiştinê 26 hezîran 2024.
  12. ^ Merkezi, Haber (23 hezîran 2024). "Diyarbakır ve Mardin'deki yangın faciasında can kaybı 15'e yükseldi". Medyascope (bi tirkî). Roja gihiştinê 28 hezîran 2024.