Şerê Hemayê an jî Şerê Qijikên Hemayê[1] şerekî bû ku eyûbî li dijî zengiyan bi ser ketine. Şer dibe sedem ku Selahedînê Eyûbî Şam, Be'lebek (Baalbek) û Himsê (Homs) dixe bin kontrola xwe. Beriya ku ji aliyê artêşa Selahedîn ve bê tunekirin, Fermandarekî bi navê Gökböri (Gokbirî) fermandariya aliyê rastê yê artêşa zengiyan dikir ku aliyê çepê yê artêşa eyûbî şikandibû.[2] Tevî ku dora 20.000 mêr li her du aliyan beşdar bûn, Selahedîn serkeftinek hema hema bêxwîn bi dest xist.[1] Di 13ê nîsana 1175an de şer kirin.[3]

Şerê Hemayê 1175
  • Şer û pêkdan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Beşdar
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di 6ê gulana sala 1175an de, dijberên Selahedîn li ser peymanek ku desthilatdariya wî li ser Sûriyê ji bilî Helebê nas dike, qebûl kirin.[1] Selahedîn daxwaz kir ku xelîfeyê ebasî serweriya wî ya li ser temamiya împeratoriya Nûredîn Zengî qebûl bike, lê ew bi tenê wekî waliyê serdestiya wî hate naskirin.[1] Gökböri paşê alî xwe guhert û di sala 1182 de bû leşkerê eyûbî.[4]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c d Lock (2013), r. 62.
  2. ^ Behâ ed-Din & 12th c., rr. 73-74.
  3. ^ Humphreys (1977), r. 51.
  4. ^ Nicholson & al. (2006), r. 17.