Şeqaqî
Şeqaqî yek ji êlên esilkurd, ên azerîaxiv e. Ev êl a ku aliye olê de şiî ye, niha li hemû cografiya azerîaxiv a li Îranê belavbûye. Herwiha li Filistîn jî malbateke bi navê Şeqaq heye, mumkun e ku pewêndiya wan bi vê êlê re hebe.
Êla Şeqaqî Şəqaqi eli (az) | |
Agahiyên gelemperî | |
Hoz | Palûkanlû Zaferanlû Ervanlû Pesiranlû Badanlû Goranlû Yarehmedlû Mîrsultanlû Mûsanlû Şatranlû Fethelîxanlû Tûşmallû Esperlû |
Ziman | Azerî, Farsî |
Herêmên dîrokî | Botan |
Belavbûn | Azerbaycana Rojhilat Erdebîl Xorasan (Bocnûrd) Zengan |
Demografî | |
Gelhe | 50.000 mal (1814)[1] |
Bawerî | |
Dîn | Îslam (şiî) |
biguhêre |
Dîrok
biguhêreGorê Ensîklopediya Îslamê ev êl ji Finikê an jî ji qezaya Kilîsê[2] koçberê rojhilata Gola Wirmê bûye. Şeqaq an Şeqak di kurdî de navê heywaneke ku di lingê xwe ve seqet e. Mînorsky diyar dike ku ev êl di dema Baraniyan (Aqkoyinlî) de barê Transqefqasyayê kiriye. Ji xwe ji navê tayifên wan jî belû ye ku ev êleke kurdan a qizilbaş bû ye: Palûkan, Goran, Zaferan, Şatran hemû navên êl û eşîrên kurdan in. Di dokumentên rusan ên serê sedsala 19'mîn ev êl derbas dibe. Gorî J. Morier serjimara Şeqaqan li Erdebîl, Xalxal û Zenganê di 1814'an de 50.000 mal bû. Hin şaxên vanan jî bi eşîrên kurdan ve li Xorasanê hatine bicîhkirin. Şeqaqî bi taybetî di dema Zendiyan de yek ji êlên bihêz bûn. Mîrê Serabê Elî Xanê Şeqaqî xwedî rutbekî artêşiya giring bûye. Kurê wî Sadiq Xanê Şeqaqî mîrê Serabê ji aliye Qeceran ve hatiye kuştin.
Binêr
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ Kurdica: Shakaki
- ^ Li warê Şeqaqan çend eşîrên, ên ku ji Kilîsê koçberbûne, dijîn: Canbolad, Kolûkcanlû û Dêlikanlû hemû eşirên Kurdên Kilîsê ne û warê wanan ê kevneşopî herêma kilîsê ye. Mumkun e ku wanan piştê Serhildana Canboladan li hember osmaniyan reviyabin Îrane.
Ev gotara ji bo eşîrekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |