Şebnem Korur Fincancı

Şebnem Korur Fincancı, (jdb. 1953 li bajarê Stenbolê) nojdar, aktîvîst parastvana mafên mirovan e ku bi eslê xwe tirk e. Fincancı di sala 202an de wekî Serokê Yekitiya Bijîşkî ya Tirk hatiye hilbijartin.[1]

Şebnem Korur Fincancı
Jidayikbûn1953
EsilTirk
PîşeNojdar, aktîvîst, parastvanê mafên mirovan
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Şebnem Korur Fincancı di sala 1953an de li bajarê Stenbolê hatiye dinyayê. Di navbera salên 1993 û 1998an de weku seroka Komeleya Pisporên Tiba Edlî kar kirye.[2] Di navbera salên 2002 û 2006an de Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban a Stenbolê û di navbera salên 2006 û 2008an de jî wekî endamê Lijneya Rûmetê ya Yekîtiya tabîbên tirk kar kirye.[3]

Di dema endamtiya xwe ya lijneya rûmetê a Yekîtiya tabîbên tirk de, di sala 2003an de jî wekê endamê Lijneya şêwirmendiya mafên mirovan a serokwezîrtiyê, wekê nûner xebitiye. Di navbera salên 2009 û 2020an de Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bû.

Piştî daxuyaniya Fîncancî ya di derbarê bikaranîna çekên kîmyayî ku leşkerên Tirkiyeyê li dijî gerîlayên PKKê pêk aniye, di der barê Fincanci de lêpirsîn hatiye destpêkirin.[4] Piştî lêpirsînê di 27ê cotmeha sala 2022an de danê sibê li Stenbolê li mala xwe hat binçavkirin û di çarçoveya lêpirsînê da wê dibine Enqereyê û piştre ji aliyê dadgeha dewleta tirk ve hatiye girtin.[5]

Şebnem Korur Fincancı di 11ê kanûna paşîn sala 2023an de piştî dadgeh kirin a li Edliyeya Çaglayan a bajarê Stenbolê hate berdan.[6]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Şebnem Korur Fincancı kimdir?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 27 çiriya pêşîn 2022. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2022.
  2. ^ "Şebnem Korur Fincancı kimdir?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 27 çiriya pêşîn 2022. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2022.
  3. ^ "Şebnem Korur Fincancı kimdir?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 27 çiriya pêşîn 2022. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2022.
  4. ^ "Şebnem Korur Fincancı kimdir?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 27 çiriya pêşîn 2022. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2022.
  5. ^ "Şebnem Korur Fincancı kimdir?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 27 çiriya pêşîn 2022. Roja gihiştinê 29 çiriya pêşîn 2022.
  6. ^ Gazetesi, Evrensel. "TTB Başkanı Şebnem Korur Fincancı, cezaevinden tahliye edildi". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 11 kanûna paşîn 2023.