Şe yan şeh, kim(ik), hep ji alava ku pê por tê şekirin e. Dîroka wê gelek kevn e. Şe herwiha di kargehan de, bi taybetî di tekstîlê de gelek tê bikaranîn.

Mirovan berê ji hestî, qiloçên ajalan, daran çêdikirin. Li Kurdistanê heya salên 1970'yî gelek atolyeyên şeyan hebûn. Li Semsûr, Erzîrom, Sêwas, Amedê dihatibûne çêkirin. Etaran şeyên ji hestî, dar û metalê ne, li gund û zozanên Kurdistanê digerandin. Dibêjin şeyên herî biqîmet û baş li Îranê dihatine çêkirin.

Formên sereke yên şeyê

biguhêre
  • Şe navê giştî, bo hemî cureyan
  • Hep (hepo, hepik), şeyên bi destikê ne, şeyên bûkan, cureyek şeyên tevnsaziyê
  • Tilmix (tilîmix, tirmix), di cotyariyê de tê bikaranîn, mezin in, bo mînak tilmixên gihaçinînê
  • Kimşik, şeyên raxistî di forma firçeyê de, bo mînak bo şekirina hiriyê
  • Şehmû
  • Şeyê pê
  • Şetîmar, şeyê seyîsan
  • Kerkît, firçe yan şeya di biriqandinê de tê bikaranîn, bo mînak bo biriqandina metalekê, kartîk, parsûk