Etar, kesê ku bi kerê, qantirê yan jî bi ereba hespan li gundan digere û tiştên wek şekir, sabûn, benîşt, nepox, ta û derzî, kêrik, misîn û hwd difroşe.

Etarekî kurd bi xêzkirina wênesaz Auguste Wahlen (1843)

Etar tiştên xwe ji peran pirtir axilbe bi ceh, genim, nîsk, hêk û hwd re teqas dikin. Ji amûra ku pê ceh û genim dipîvin re kodik dihê gotin. Wekok, bi kodikek ceh 10 şekir, bi kodikek genim 20 şekir difrotin.