Şahbaxî
Şahbaxî (bi tirkî: Beyüzümü) gundekî ku bi ser navenda navçeya Wanê ve ye. Gelên wê deverê li vir wekî gund nahesibînin. Sedema wê jî ew e ku, gund gelek nêzî navenda Wanê ye. Dalîta dewletê de dibe ku gund neyê nasîn lê, li gor Şaredariya Wanê ew cih tax tê qebûl kirin. Herêmekê gelek xweş û dewlemend e. Girêdayê navenda Wanê ye.
Şahbaxî | |
---|---|
Beyüzümü | |
Koordînat: 38°32′11″Bk 43°23′06″Rh / 38.53639°Bk 43.38500°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Wan |
Navçe | Wan |
Bilindahî | 1.728 m (5669 ft) |
Nifûs (1990) | 2.512[1] |
Koda postayê | 65000 |
Koda telefonê | (+90) 432 |
biguhêre |
Gelhe
biguhêreTaxê de zêdetirîn Ecem dijîn. Berê Kurdan li vir Ecem bi cih bûne. Û gelek ji aliyê gelhê de tev li hev e. Nifûsa taxê pir zêde ye. Eşîrên ku taxê de bi cih bûne.
- Ecem Ji Îranê hatine û li vir berî kurdan bi cih bûne.
- Ertoşî-Alan Payizava û Elbakê hatine li vir bi cih bûne
- Gevdan Colemêrg û Başûrê Kurdistanê hatine li vir derê bi cih bûne
- Birokî Qerqelî, Kafkasya, Patnos û gelek deverên din ên Serhedê hatine li vir taxê de bi cih bûne.
- Miksî Li vir zêde dîtin mîmkûn nîne lê qasî Alanan li vir Miksî jî hene
Ji bilî van eşîran gelek deverên din Kurd hatine li vir û nava aramî û xweşiyê de bi cih bûne. Heta niha nava van gelan de ti pirsgirêk û arîşe derneketiye. Jixwe Kurd û Ecem cihên cuda de dimînin. Piraniya Kurdên li vir bêhtir cihên bilind hilbijartine. Li vir Kurd li cihên bilind û tena ên wekî Avarêk ûDûzyolê de dimînin. Zimanê ku li vir zêdetirîn tê axaftin Kurdî ye. Heta Ecem jî li vir Kurdî dipeyivin.
Dîrok
biguhêreNavê taxê ji berê bax û baxçeyan tê. Li vir barê gelek baxçeyên tîrî hebûne ji ber wê navê wê taxê bûye (Şah-baxî) tirkî jî dibêjin (Bey-üzümü) ango wateya kurdî (Tiriyên-begê). Berî kurdan li vir Ecem ji îranî hatine û li vir bi cih bûne.
Aborî
biguhêreLi vir Pîşesazî zêde pêş ketiye. Pîşexana mezin ya Wanê li wê taxê hatiye ava kirin. Kesên ku li vir dijîn karên xwe li bajêr dibînin. Du dibistan û du tenduristîxane ên mezin li wê derê heye.
Çavkanî
biguhêreEv gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |