Trîton
Trîton

Trîton, peyka herî mezin a gerstêrka Neptûnê ye. Di 10ê çiriya pêşîn a sala 1846an de ji aliyê stêrnasê îngilîz William Lassell ve hatiye vedîtin. Trîton, xwediyê rêgeke rikeber e. Yanî ew li gorî rêgeha gerstêrka ku pê re girêdayî ye, bi bereka vajî ve viz dibe. Eşkêla wê 2.700 km ye û di rojbendê de heftemîn peyka herî mezin e. Rûxara Trîtonê piranî ji nîtrojena qerisî, qeşaya avî, lajwerd û zinaran pêk hatiye. Pûxteya Trîtonê ji sedî 70yê girseya tevdeyiya wê pêk tîne. Trîton, xwediyê tîriyeke 2,061 g/cm³'î ye û nêzîkî %15-35ê wê ji qeşeya avî tê. Girseya wê jî 21.400.000.000.000.000.000.000 kg, yanî 21.400 katrilyon e.

Wiha tê ramandin ku trîton yek ji beşenên kembera Kuiper e û beriya milyon salan ketiye golka miqnatisî ya Neptûnê. Ew beşena herî sar a di rojbendê de ye. Germahiya rûxara trîtonê ji aliyê Voyager 2 ve wek -235 ° C (-391 ° F) hate tomarkirin. Herçiqas rûxara wê sar bibe jî ew ji hêla jeolojîkî ve karîger e. Car caran bûyerên wekî hejek, volkan û gayzeran diqewime. Holka miqnatisî ya bi xwe ya Trîtonê heye.

Sedema ramandina trîtonê ya wek beşena girtî, rêgeha wê ya bêhempa a di rojbendê de ye. Ew li gorî Neptûnê, di hêla vajî de doş dibe. Piraniya peykên Keywan û Ûranûsê jî wekî trîtonê beşena girtî ne. Lê van peykan, li gorî trîtonê pir biçûk in. Her wiha ku herî mezinê wan a bi navê Phoebe, li gorî girseyê, nêzîkî ji sedî 0.03yê trîtonê tê. Hem xwediyê rêgeheke rikeber(retrograd) e û hem jî têr baş berxwar e. Trîton wekî heyva me, bi tenê rûyekê xwe nîşan dide: bi girêdayî pêlgirtî ve li derdora Neptûnê doş dibe. (bêhtir…)