Beşena girtî an jî asteroîda qefilandî-girtî, yek ji têgînên astronomiyê ye. Beşena girtî ji bo terîfkirina cîsmên ku dikevin rêgeha gerstêrkê û jê pê ve dibin peyka wê gerstêrkê, tê bikaranîn. Bi giştî asteroîd wexta ku nêzîkî gerstêrkekê dibin, yan ber bi fezayê ve tên avêtin yan jî li gerstêrkê tên xistin. Digel vê yekê carinan jî li rêgeha derdora gerstêkê de tên qefilandin. Ji bo van astreoîdan jî têgînê asteroîda qefilandî an jî asteroîda girtî tê bikaranîn. Peyka Neptûnê ya bi navê Trîton, yek ji beşenên girtî yê esmanî ye.