Şaşke, şûrê Ûris (bi rûsî: шашка, şaşka) cureyekî şûran e ku ji rûsan derbasê Kurdistanê jî bûye. Di wêjeya devkî de hatiye bikaranîn ku wextekê di nava kurdan de pirr hatiye xebitandin.

Şûrê Ûris

Bi eslê xwe dibêjin ev şûr ji Qefqaziyan belav bûye. tê gotin ku di zimanê adîgeyî de şaşke tê wateya kêra dirêj. Siwariyan hez ji vê şûrê kirine.

Dirêjiya 80 cm, kêra wê ango cihê wê yê bira (tûj) 68 cm ye. Gelek cureyên wê hene.

Gotin biguhêre

  • Şaşke li piştê xweşke, goştê sor nexwe, Xwedê te bi xêr ke.
  • Siwar maqûl in, peya maqûl in, şaşke ji bo nemaqûlan e. (Gotin ji kurdên deşta Rewanê)