Şukrî Gulmuş (navê fermî yê bi tirkî: Şükrü Gülmüş) yek ji nivîskar, û rojnamevanên Kurd e. Endamekî berê yê PKKê bû.

Di dema cûntaya artêşa Tirk a sala 1980'î de tê girtin û zêdetirî 11 salan li zîndanan dimîne. Li Zîndana Amedê rastî gelek êşkenceyan tê. Bi serbestberdanê re dîsa tevlî nava refên PKKê dibe û diçe baregehên PKKê yên Rojhilata Navîn.

Ji ber nakokî û sedemên ferdî ji PKKê vediqete. Bi qasî demekê gerînendetiya giştî ya rojnameyên Kurd, Özgür Gündem û Özgür Ülkeyê dike. Dîsa bo demeke kurt brêvebiriya weşanxaneya Zagrosê kiriye.

Bi giranî nexweş dikeve û derdikeve Ewropa. Niha wekî penaber li Almanya dijî. Gulmuş yek ji kedkarên malpera Nasname bû, niha nîne.

Berhem biguhêre

  • Korkum gölgem gibi (tirsa min a wekî siya min)