Şîrvan, Xorasana Bakur (navçe)
Bajarê Şîrvanê yek ji bajarên Xorasana Bakurî (parêzgeh) ye. Bi firehiya 3789 kîlometr e ku ji bakurî bi weletê Tirkmenistan û ji başûrî bi bajarê Esferayen û ji rojhilatî bi bajarê Farûcê û ji rojavayî bi Bocnûrdê cîran e. Navenda vî bajarî bajarê Şîrvanê ye û Lûcelî jî bajareke li bakurê vî bajarî. Şîrvan bajêrekî bilind e li Xorasana Bakurî (parêzgeh) ku li newalên nêzîkî rûbarê Etrakê, navbera çiyayên Keçedax û Aladax cîh digire. Hewa û ava li Şîrvanê sar di zivistanê de û di havînê de germ û hênik e. 164 hezar kes li vî bajarî dijîn .
Herêmên Şehristanê Şîrvan
biguhêre- Herêma Navendî ya Şehristana Şîrvan
- Gundistana Hûmê
- Gundistana Qulcix
- Gundistana Zûêrem
- Gundistana Sîvkanlû
- Gundistana Gêlyan
- Bajar : Şîrvan
- Herêma Serhedê
- Gundistana Tekmeran
- Gundistana Cîrestan
- Gundistana Quşxane
- Bajar : Lûcêlî
- Bajar : Zîyaret
Qewmiyet
biguhêreŞîrvan bajarekî Xorasanê ye ku pirranî Kurd ji sedî 60an lê dijîn. Herwiha gelê Tirk,Tat, Belûç , Lor, Tirkman û Razî jî lê dijîn.
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Îranê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |