Şîçataxma (elamî: Ṣi-iš-šá-an-tak-ma, babîlî: Ši-it-ra-an-taḫ-ma) navê serhildêrekî sagartî bû ku di dema Daryûsê Mezin de li Arbelayê serî hildabû. Daryûs serdarekî xwe yê medî yê bi navê Taxmaspada dişîne ser hêzên Şîçataxma. Serdarê medî wan têk dibe û wî dil digire. Piştre ew ji aliyê Daryûs ve tê kuştin.

Di nivîskên Bêstûnê de qala Şîçataxma biguhêre

  • ″Şah Daryûs dibêje: Zilamekî bi navê Şîçataxma, yekî sagartî, li dijî min serî hilda û gote mirovan: Ez li Sagartiya şahê ji malbata Kiyaksar (Uvaxşatra) im. Piştre min artêşeke ji persî û mediyan şand. Mediyek bi navê Taxmaspada, xizmetkarê min bû, min ew kir rêberê wan û ji wî re got: Here, wê artêşa ku serî hildaye û min napejirîne ceza bike. Lewma Taxmaspada bi artêşekê çû, û bi Şîçataxma re şer kir. Ahûramazda ji min re alîkarî anî; bi rûmetiya Ahûramazda artêşa min ew artêşa serhildêr bi tevahî tarûmar kir, û Şîçataxma dîl girtin û ji min re anîn. Piştî wê re , min bêhvil û guhên wî jê kirin, min çavekî wî derxist, û ew di devê deriyê qesra min de hate zincîrkirin, û hemû mirovan lê temaşe kir. Piştre min li Hewlêrê (Arbaîra) îşkence li wî kir.″

Binêre biguhêre

Girêdanên derve biguhêre