İskilipli Mehmed Atıf Hoca

İskilipli Mehmed Atıf Hoca, Atif Xoceyê Îskîlîpê (jdb. 1875 li gundê Tophane (gund), İskilip; m. 4ê sibatê 1926 li Enqere) olzan, nivîskar û ronakbîrekî romî (tirk) ye. Bi tundî li dijî siyasete Mustafa Kemal Atatürk, bi taybetî dijî zagonên cilûbergan, zagona şapkayê derdiket. Ji aliyê Dadgehên serxwebûnê ve cezayê îdamê girt û hat dardekirin.

Atif Xoceyê Îskîlîpê

Jiyan biguhêre

Ji sala 1891ê ve du salan li cem mamosteyê gund dixwîne. Sala 1902 jî xwendina medreseyê bidawî dike. Diçe Stenbolê di mizgefta Fatîhê de dersdariyê dike. Dikeve Fakulteya Îlahiyatê ya Dar-ûl Funûnê, ji wir sala 1905ê bawernameyê digire. Bi vê bawernameyê li Dibistana amadeyî ya Kabataşê mamostetiya erebî dike.

Bi hatina kemalistan û damezirandina komara Romê (Tirkiye) ve ew jî nêrînên xwe tîne ziman û ji gelek aliyan ve siyaseta kemalîstan rexne dike. Zagonên şapka û yên wekî wê bi tundî rexne dike, wan wekî heqaretek li miletekê dibîne.

Kemalîst wî reş dikin, ew jî heya derfet dîtiye xwe di rojnameyan de diparêze, berevaniya xwe dike. Di 26ê kanûna pêşîn 1925ê de tê girtin. Wî didin Dadgeha serxwebûnê (tirk), tê darizandin. Di 26ê kanûna paşîn 1926ê de darizandin pêk tê. Dozger sê salan lê dixwaze. Roja din serokê dadgehê Kel Alî (Ali Çetinkaya) cezayê îdamê dide wî. Hefteyek şûnde li meydana Samanpazarı tê dardekirin.

Berhemên wî biguhêre

  • Mîrât-ul Îslâm
  • İslâm Yolu - Riya Îslamê
  • İslâm Çığırı - Azîneya Îslamê
  • Dîn-i İslâm’da Men-i Müskirât
  • Nazar-ı Şeriatta Kuvve-i Berriye ve Bahriyye
  • Tesettür-ü Şer’î
  • Muâyenet-üt Talebe
  • Medeniyyet-i Şer’iyye
  • Frenk Mukallitliği ve Şapka

Fîlm biguhêre

  • İskilipli Atıf Hoca / Kelebekler Sonsuza Uçar - Atif Xoxeyê Îskîlîpê / Perperik berî bi bêdawiyê difirrin (Derhêner: Mesut Uçakan)