İhsan Eliaçık

Nivîskarê tirk

Recep İhsan Eliaçık, (jdb. 26ê kanûna pêşîn a 1961ê li Qeyserî, Tirkiye) teolog û nivîskarekî îslamî ye ku bi eslê xwe tirk e. İhsan Eliaçık damezrênerê rêxistina îslamî-sosyalîst a tirk a bi navê Misilmanên Antî-Kapîtalîst e.[1] Zêdetirî 20 pirtûkan nivîsandiye ku di nav wan de wergera Quranê ya bi zimanê tirkî jî heye. Wergera wî ya Quranê ji aliyê rayedarên dewleta Tirkiyê ve hatiye qedexekirin û biryara îmha kirina wergera wî ya Quranê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye dayîn.[2]

İhsan Eliaçık
Jidayikbûn
Recep İhsan Eliaçık

26ê kanûna pêşîn a 1961ê (62 salî)
EsilTirk
HevwelatîTirkiye
PerwerdeZanîngeha Erciyesê
PîşeTeolog, nivîskar
Xebatên navdarDamezrênerê Misilmanên Antî-Kapîtalîst
Malperihsaneliacik.com
biguhêreBelge

Jînenîgari biguhêre

Eliaçik piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li dibistanên cuda yên li bajarên wekî Qeyserê û li Qirşehîrê qedandiye. Xwendina xwe yê zanîngehê di navbera salên 1985-1990î de li Qeyserê li Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Erciyesê xwendiye.[3]

Di Çalakiyên Parka Geziyê de li ser profîla xwe ya twitterê ji bo Recep Tayyip Erdogan gotinên "dîktator, tacîzkar, provokator, bêrûmet, derewîn" bi kar anî û Recep Tayyip Erdogan ji bo tazmînata 50 hezar lîreyên tirkî doz ji bo wî vekiriye.[4]

Ramana wî biguhêre

Eliaçık bawer dike ku li gorî ayeta Quranê 4:136 ji bo hemî misilmanan ferz e ku her tiştê ku bikar neynin bibexşînin.[5] Wî di hevpeyvînekê de diyar kiriye ku ew di wê baweriyê de ye ku erkê îslamî ne tenê lênihêrîna feqîran e lê hilweşandina "sîstema şeytanî ya kapîtalîst" e ku ew difikire mirovan feqîr dike "wek ku pêxemberên îslamî pergalên şeytan ên serdema xwe hilweşandiniye."[6][7] pergala kapîtalîzmê bê hilweşandin. Di berdewamiya axaftina xwe de gotiye ku ew cîhanek bê îstîsmar û bê cûdahî dixwazin.[8]

Ew dibeje ku gelek kes îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û welatên wek Erebistana Siûdî, Pakistan û Efxanistan hemû Îslamê bi "têgihiştineke tund" şîrove dikin.[9] Di derbarê laîkîzmê de jî, wî diyar kiriye ku laîkiya klasîk pirtûkên pîroz bider dike û li hemberî laîkîzmê dibe ku rêyek alternatîv were dîtin.[9]

Ew fikrê "cîhanek aştiyê ya bêsînor" diparêze.[10] Li ser peşveçûnê, wî şîrove kiriye ku ew mijarek ji bo zanistê ye ku were nîqaş kirin, ne di dînê de û ne jî di îslam dê bi her awayî xeletî neyên îsbat kirin.[11] Li ser pirhevjînî yê de jî wî diyar kiriye ku ayetên li ser pirzewacê gelek şaş tên famkirin û Îslam bi tundî li dijî vê pêkanînê ye.[12][13]

Berhemên wî biguhêre

  1. İtikat Üzerine (1992)
  2. İslam ve Sosyal Değişim (1994)
  3. Devrimci İslam (1995)
  4. İslam’ın Yenilikçileri (sê cild, 2000)
  5. Adalet Devleti; Ortak İyinin İktidarı (2003)
  6. İhyadan İnşaya İslam Düşüncesi (2003)
  7. İslam’ın Üç Çağı (2004)
  8. Mehmet Akif (2004)
  9. Muhammed İkbal (2004)
  10. Aliya İzzet Begoviç (2004)
  11. Yaşayan Kur’an; Türkçe Meal (2006)
  12. Yaşayan Kur’an; Türkçe Meal-Tefsir (sê cild, 2006)
  13. Daru’s-Selam; Evrensel Adalet ve Barış Yurdu (2006)
  14. Gerçek Hayat Dini (2006)
  15. Nüzul Sırasına Göre Yaşayan Kur’an; Türkçe Meal-Tefsir (2007)
  16. Mülk Yazıları I (2009)
  17. Hanginiz Muhammed (2010)
  18. Mülk Yazıları I+II (2011)
  19. Bana Dinden Bahset (2011)
  20. Bu Belde (2011)
  21. Kur’an’a Giriş (2011)
  22. Sosyal İslam (2012)
  23. Demokratik Özgürlükçü İslam (2014)
  24. Zamanın Sözü (2015)
  25. Öteki İslam Tarihi 3 (2016)
  26. Çağdaş Dünyada İslam (2017)

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Manifesto". web.archive.org. 2 çiriya pêşîn 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Tarîx: 2 çiriya pêşîn 2012. Tarîxa gihiştinê 20 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "İhsan Eliaçık'ın kitabına İslam dini açısından sakıncalı gerekçesiyle toplatma kararı". www.cumhuriyet.com.tr (bi tirkî). Tarîxa gihiştinê 20 adar 2023.
  3. ^ HAKAN, Ahmet. "Hz. Muhammed bugün yaşasaydı nasıl giyinirdi". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Tarîxa gihiştinê 20 adar 2023.
  4. ^ "Başbakan Erdoğan'dan yazar İhsan Eliaçık'a dava". web.archive.org. 14 tîrmeh 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Tarîx: 14 tîrmeh 2013. Tarîxa gihiştinê 20 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ ""Ey İman Edenler; İman Edin!" | R. İhsan Eliaçık". web.archive.org. 25 çiriya paşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Tarîx: 25 çiriya paşîn 2015. Tarîxa gihiştinê 20 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ "Why Turkey Has 'Anti-Capitalist Muslims' - Al-Monitor: Independent, trusted coverage of the Middle East". www.al-monitor.com (bi îngilîzî). Tarîxa gihiştinê 20 adar 2023.
  7. ^ "Antikapitalist Muslumanlar". web.archive.org. 4 adar 2016. Ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin. Tarîxa gihiştinê 20 adar 2023.
  8. ^ "Anti-Capitalist Muslim leader says Gezi youth want new approach to Islam - Türkiye News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). Tarîxa gihiştinê 20 adar 2023.
  9. ^ a b "Anti-Capitalist Muslim leader says Gezi youth want new approach to Islam - Türkiye News". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). Tarîxa gihiştinê 20 adar 2023.
  10. ^ "İslam'ın 'devlet' talebi var mı? – R. İhsan Eliaçık". web.archive.org. 22 nîsan 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Tarîx: 22 nîsan 2016. Tarîxa gihiştinê 20 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  11. ^ "İslam ve Evrim Teorisi - R. İhsan Eliaçık". web.archive.org. 13 îlon 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Tarîx: 13 îlon 2015. Tarîxa gihiştinê 20 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  12. ^ "Sübyanla evlilik, çokeşlilik, kadın dövmek | R. İhsan Eliaçık". web.archive.org. 25 kanûna paşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Tarîx: 25 kanûna paşîn 2016. Tarîxa gihiştinê 20 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  13. ^ "Muhafazakar Zamparalığa Dini Kılıf: Çok Eşlilik | R. İhsan Eliaçık". web.archive.org. 25 çiriya paşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Tarîx: 25 çiriya paşîn 2015. Tarîxa gihiştinê 20 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)