Ömer Çelik (jdb. 15ê hezîrana 1968 li Edene) siyasetmedarekî tirk e ku ji sala 2018an vir ve berdevkê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ye. Ömer Çelik di kabîneya Yildirim de wekî wezîrê Yekîtiya Ewropayê xebitiye. Ji ber vê yekê jî di danûstandinên endamtiya Tirkiyê ya bi Yekîtiya Ewropayê re, serokê sereke yê danûstandinan bû.[1]

Ömer Çelik
Image dans Infobox.
Chief Negotiator for Turkish Accession to the European Union (en)
-
Minister of European Union Affairs (en)
-
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Adana (en)
-
Minister of Culture and Tourism (d)
-
Ömer Çelik
Minister of Culture and Tourism (d)
-
Ertuğrul Günay (en)
Ömer Çelik
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Adana (en)
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Zanîngeha Gaziyê (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Partiya siyasî

Jiyana destpêkê

biguhêre

Ömer Çelik di 15ê hezîrana 1968an de li Edene hatiye dinyayê. Piştî ku Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî ya Zanîngeha Gaziyê diqedîne, li heman zanîngehê li Dibistana Lîsansa Zanistên Civakî ya Zanîngeha Gaziyê di beşa zanistên siyasî de mastera xwe wergirtiye.[2]

Piştre tevlî Partiya Dad û Geşedanê (AKP) bûye û bûye şêwirmendê siyasî yê serokê AKPê.[2]

Di salên 2002, 2007 û 2011an de sê caran ji Edeneyê wek parlamenter hat hilbijartin.

Çelik di 24ê Çileya 2013an de li şûna Ertuğrul Günay di kabîneya Recep Tayyip Erdoğanê de wek Wezîrê Çand û Turîzmê hat tayînkirin.[2][3]

Jiyana taybet

biguhêre

Ömer Çelik ne zewicî ye.[2]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Tasarım: Emre Baydur: Türkiye Büyük Millet Meclisi. Abgerufen am 26. März 2018.
  2. ^ a b c d "Yeni Kültür ve Turizm Bakanı Ömer Çelik oldu". SabaHaber (bi tirkî). 25 kanûna paşîn 2013. Roja gihiştinê 27 kanûna paşîn 2013.
  3. ^ Şenyüz, Selçuk (24 kanûna paşîn 2013). "Sürpriz zirve sonrası kabine değişikliği". Hürriyet (bi tirkî). Roja gihiştinê 24 kanûna paşîn 2013.