Mehrdad Izady

Dîroknasê kurd
(Ji Îzedî hat beralîkirin)

Mehrdad R. Izady di sala 1962an de hatiye dinyayê Dîroknas û nivîskarekî hevdem ê amerîkayî ye. Bavê wî Kurd e û diya wî ji Belçikayê ye. Ji ber ku bav û diya wî dîplomat bûn, ew piraniya serdemê ciwantiya xwe li welatên Îran, Iraq, Efxanistan û Korê derbas kir. Sala 1976 de, lîsansa xwe di warên dîrok, zanista ramyarî û erdnîgariyê de li Zanîngeha Kansasê wergirt. Bawernameya doktoriya xwe ji pişka ziman û şaristaniyên Rojhilata Navîn ya Zanîngeha Columbiaê di sala 1992 bi dest xist. Ew Di Zanîngeha Harvardê de mamostetiya zimanên Rojhilata Navîn kiriye û ji sala 2001ê virde, li pişka dîroka Zanîngeha Pace ders dide. Ew her wisa li ser babetên girêdayî gelê Kurd li dû komîteya Kongra Amerîka de xebitiye.[1]

Mehrdad Izady
Jidayikbûn1963 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîBelçîka Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Syracuse University
  • zanîngeha Columbia
  • University of Kansas Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Berhem biguhêre

  • The Sharafnâma, or, the History of the Kurdish Nation, 1597, By Sharaf al-Din Bitlisi, translated into English and annotated by M. Izady, Mazda Publishers, pp. 302, 2005. ISBN 1-56859-074-1
  • Guidebook to Iraq. pp. 243, US military, 2005–present, 19th edition.
  • Guidebook to Afghanistan. pp. 219, US military, 2005–present, 21st edition.
  • Guidebook to the Balkans. pp. 244, US military, 2007–present, 21st edition.
  • Atlas of the Islamic World and Vicinity, Columbia University, 2006–Present (an ongoing project)

Çavkanî biguhêre