Îsmetedîn Xatûn
Jina Selahedînê Eyûbî
Îsmetedîn Xatûn an Îsmet Xatûn navê dirêj Îsmetedîn Amîne Uner Dimeşqiye (erebî: عصمة خاتون, 'Ismat Khatun) jina Nûredîn Zengî bû û dû re bi Selahedînê Eyûbî re zewiciye. Dibêjin jineke pir xêrxwaz bûye û hinek medrese dayê çêkirin.[1]
Di sala 1174an de mêrê wî Nûredîn Zengî ku dimire li ser wê bi Selahedînê Eyûbî re dizewice.[2]
Bi xwe ji nexweşiya weba ya ku li Şamê derketibû ve di sala 1186an de miriye.