Îmam Bîrgîvî

alimê osmanî

Îmam Bîrgîvî (z. 1521 - m. 1573), alimek ji alimên osmanî yên herî navdar bû. Navê wî Muhemed kurê Elî Bîrgîvî bû, bi Zeynedîn jî hat naskirin. Di roja înê ya 27ê gulana 1521ê de li Balıkesirê hatiye dunyayê.

Bi zanabûna xwe, bîr û baweriya xwe, jêhatîbûna xwe û çelengtiya xwe tê naskirin[çavkanî hewce ye]. Di nav alimên osmanî de, di sedsala xwe da herî navdar cenabê îmam Bîrgîvî bû û mezhebê henêfî dişopand.

Îmam Bîrgîvî, bavê xwê mirovekî alim bû û li medresê seydatî dikir. Dema pêşiyê li hinda bavê xwe bû xwendekar û ders(wane) ji bavê xwe girt. Le belê hemsalê xwe zû derbas kir û ket astek bilind. Mixabin zanêbûna xwe gihand zanebûna bavê xwe . Dû re jî ji bona îlmê xwe zêde biki çû Stembolê. Li medresa bi nav û deng Semaniyyê , li hinda Ahîzade Mehmet Efendî xwend. Medresa Semaniyye bi kêf û hezkirinek pir mezin qedand û îcazet girt, bû muderrîs. Dû re li cem qadi esker Abdûrrahman efendî jî wane(ders) domand.

Dema bû mamoste, demikê li Stembolê ders da û ket tarîqata bayramiye. Îmam Bîrgîvî, li hinda Abdurrahman Karamanî re jî bû xwendekar. Le belê di demik hindik da dersa Abdurrahman Efendî jî qedand û ket çavê Abdurrahman efendî. Bi semedê Abdurrahman efendî di demikê da li Edîrnê peywîra Qassamî eskerî (Qazîye mîrat bela dikin) kir. Le belê ev peywîr jî berda û dixwest dest ji karê dunyayê berde. Le belê bi daxwazîya Abdurrahman efendî, Îmam Bîrgîvî waz û pend û şîret domand.

Mamosteyê Selîmhanê duyem, Ataullah efendî li bîrgî medreseyek ava kir û xwest Mihemed (Îmam Bîrgîvî) bibi seyda yê medresa wî û xwendekara xwendin bide. Îmam Bîrgîvî, çû Bîrgî û dest bi xwendina xwendekaran kir. Şîret li xelkê kir û gelek pirtûk nivîsandin. Û heta davî ya emrê xwe li bîrgî ma û bi navê bîrgîlî navdar bû. Îmam Bîrgîvî ji tiştên heram (qedexe) dûr diket û baş zanî bû dunyayêkî derewîn e. Jiyana xwe li gor fermana Xwedê xwe di domand. Ji Xwedayê xwê ra bendîtî dema dikir, pir kêfxweş dibû. Di sedsala tê de bi gelek aliman re jî ket nîqaşê, tiştên dînî qilawiz (rênîşan) dianî. Îmam Bîrgîvî di der heq ê îslamê da, ne di tirsiya û fedî nedikir, rast rast bû. Sadrezam Mehmet paşa jî ji Stembolê tê, ji Îmam Bîrgîvî pend û şîreta digire.

Berhemên navdar ên Îmam BîrgîvîBiguhêre

  1. Tarîqata Mûhammedîye; Bi zimanê Erebî nivîsandîye, di der heqê suneta peyxember da nivîsandîye. Û di nav alimên îslamê da pir qîymetek mezin danê. Pirtûk bi zimanê Osmanî hatîye wergerandin. Gelek aliman jî wekî; Nablûsî û Hadimî, gelek aliman şerha pirtûka bi nav û deng kirini.
  2. Wasîyetname; Bi navê wasiyeta bîrgîvî tê naskirin û pirtûkek qence û her dem tê xwendin.
  3. Zuhdul muteehhilin; Ev pirtûk di der heqê jinan da hatîye nivîsandin û alimê hanêfî navdar îbnî Abîdîn şerh kiriye.
  4. Ravdatul cennet fî ûsûl_i_îtikad.
  5. Rîsaletul fî beyanî rusûm il_mesahif_il_osmanîyye.
  6. Şerhû hadîsî erba'în.
  7. Etfal un_mûslîmîn.
  8. Zîyaretul qûbûr.
  9. Nûrûl Ahya.
  10. Cîlaûl qûlûp.
  11. Mûaddîl ûs_selat.
  12. Îkaz_un_naîmîn.
  13. Durul yetîm fî îlm_it tecvîd.
  14. Haşîye_î Hîdaye.
  15. Îmtihanul ezkîya.
  16. Rîsaletul fî usûlî hadîs.
  17. Talîkat ales_sadr_îş şerîa.
  18. Rîsaletul mînel adap.
  19. Ûllûmû Alîyye.
  20. Rîsaletun fî hurmet_tî_texennî û vûcûbî îstîma_îl hûtab.
  21. Sihahê acemîye(bi Farisî)
  22. Tefrîsul_sûret il_Baqara.
  23. Înkazul halîqîn.
  24. Şerhul lubabul elbab, fî îlmîl îrab lîl beydarî.
  25. Defîatul muble di în û keşfetul bûtlan ûl_mûlhîdîn.
  26. Avamil; Di îlmê nahû(Rêzimanî) hatîye nivîsandin, gelek aliman şerh kiriye û pirtûkek pir navdarê. Li medresa tê xwendin.
  27. Îzhar; Ev pirtûk jî di der heqê rêzimanî da hatîye nivîsandin. pirtûkek navdari, bi sedsala li medresa hatîye xwendin û hîn jî tê xwendin. Ji bona zimanê erebî hîn bibe pir xweş hatîye nivîsandin û gelek aliman jî şerh kirini.
  28. Emsîle_î fadlîye; Di derheqê ilmê sarfê da nivîsandîye, ji lawê xwe feyzullah efendî ra îzafe kiriye û bi xwe şerh kirîye.
  29. Kîfayet_ul_mubtedî fîs_sarf.

Zanabûna Îmam BîrgîvîBiguhêre

Îmam Bîrgîvî, alimekî pir zana bû, bîr bir bû, gotinê xwe ji kesîra teksîr nedikir. Li gor Qurana pîroz û sineta Mihemed jiyana xwe didomand. Di dema Îmam Bîrgîvî de aliman pirtûkên xwe pêşkêşî padîşahan dikirin. Lê belê Îmam Bîrgîvî, gotina xwe rast digot û pesnê padîşahan jî ne dikir. Heta rexne dikir, ji ber ku pertîl zê de bûbûn.

Îmam Bîrgîvî, pesnê hinik aliman daye, weki Îbn Teymîye; hinik jî rexne kirine, weki Îbn Arabî. Îmam Bîrgîvî, di der heqê bîdat û heraman (qedexe) gelek fetwa danîn, wek mirov bêje alimekî xwe pêşda kiribû û rê nîşaniya mirovan dikir. Hinik tiştên bîdat û qedexe rêz kirine.

  • Bi heq, Quran xwendin û hînkirin.
  • Dema Quranê dixwîni, serî li ba kirin.
  • Avahîkirina tirba û mezelan.
  • Li ser gora qurban şerjêkirin, ben girêdan û ji miriya tişt xwestin.
  • Di şeva xêra da mûm (find) vêxistin.
  • Dû miriya de şîn danîn.
  • Di diaya de nav Xwedê û bendeyê Xwedê, mirov tê xistin.
  • Bi tenê ji bona mezelê peyxemberê me û peyxemberên din jî serlêdana wan kirin.
  • Fetvê ne li gor Qurana pîroz û suneta Resûle xwe.
  • Pîroz kirina qendîlê (Şeva xêra).

Îmam Bîrgîvî di 1573an de li Bîrgîviyê jiyana xwe ji dest da û çû ser dilavaniya Xwedê. Mezelê wî li bajarê Îzmîrê, li navçeya Odemiş, li gundê Bîrgiyê li ser girekî ye.

ÇavkanîBiguhêre