Îşkence yan jî êşkence, rêbazek bi cûreyên curbicur ên lêdana domdarî ye li dijî mirovên ku têne desteserkirin, ji aliyê kes, kom, yan jî ji aliyê hêzên dewletan ve tê kirin.[1]

Îşkence
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Alavên dîrokî yên îşkenceyê
Grafîtiyeke li dijî îşkenceyê, li welatê Baskî (Spanya). Tortura tê wateya îşkence.

Ji bo berjewendiyên ferdî, olî, komî û dûgelî mirov êş û azarê dide mirov. Di dîroka mirovahiyê de herdem îşkence hebûye. Mirovahiyê wekî gelek şermên xwe hêj dawî li îşkenceyê jî neaniye. Îşkence, pêkutî, têkiliya nemirovane hwd her dem bûye alaveke desthilatdariya dûgelan.

Psîkoanalîst Sigmund Freud, kesê ku li qurbanê xwe îşkence dike wekî nexweşekê dinirxîne û dibêje "îşkencekar her lêdanekê li rûhê xwe dixe". Ferd, ol, kom û dûgel çiqas neheq û zalim be, îşkence jî ewqas neheq û zalim dibe. Tenê di sedsala 20an de bi milyonan mirov ji aliyê dûgelan ve îşkence dîtine û jiyana xwe ji dest dane. Mixabin zagona daristanê hêj berdewam e. Kê xurt be li yê din zilmê dike û ne ew lê qurbanê wê neheq tê dîtin.

Îşkence jî wekî pêşketinên mirovan, di her warî de pêşketiye. Bi hezaran salan berê zaliman bi teknîkên prîmîtîv îşkence li qurbaniyên xwe dikirin. Di sedsala têr xwîn a 20em de elektrîk, dînkirin, dermanên psîkotrop û trankîlîzan, xurifandina kesayetiyê, dardakirina Filistînî, bêxewhiştin, tevgerguhastin hwd cure bi cure teknîkên nû afirandine.

Îşkence wekî çekekî li dijî kurdan

biguhêre

Bêguman, yek ji neteweyên mezin ê bêdewlet kurdan ji îşkenceyê pirtirîn para xwe girtine. Gelek caran tûşî êrîşên barbaran hatine, di hefteyekê de zimanên 25.000 kurdî hatiye jêkirin,[çavkanî hewce ye] di zîndanên dagirkeran de hovîtiyên nedîtî jiyane. Osmanîyan, Îran, rejîma Bees a Iraqê, rejîma Bees a Sûrî û Komara Tirkiyê îşkence wekî çekekî li dijî neteweya kurdan bi kar anîne û tînin.

Bi sedan stranên kurdan behsa îşkenceyan dike. Li ser komkujiyên wan, li ser Zîndana Amedê hwd bi hezaran stran hene.

Li heremên Suriye ku ji alîyê Tirkiye hatin dagerkerî kirin, istixbiratê Tîrk û girupên çekdar ên li giredayê wan gelê sivil îşkence dikin.[2] Desthilatên Iranê îşkence li hember çalakvan û siyasetmedarên Kurd bi kar tînin.[3]

Kampanyayên li dijî îşkenceyê

biguhêre

Herwekî binêrin

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Umîd Demîrhan (2007). Ferhenga Destî kurdî bi kurdî. Sewad 1428, Bazîd.
  2. ^ "Questions and Answers: Turkey's Threatened Incursion into Northern Syria". Human Rights Watch (bi îngilîzî). 17 tebax 2022. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2023.
  3. ^ "Iran: Tortured Kurdish Men At Risk Of Execution". www.amnesty.org.uk. Roja gihiştinê 16 kanûna paşîn 2023.