Êl Begê Caf[1][2] (Êl Begî Caf) di sala 1492'an de li bajarê Şarezûrê di malbateka ji êla cafan de ji dayik dibe. Baweriya yarsaniyê wî wextî li herêma Şarezûrê belav bû. Wî li Şarezûrê dest bi xwendinê kir û herwiha çû Bexda û bajarên Îranê jî. Ew ji bo xweparastina ji dijminên yarsaniyan, ji Şarezûrê çû Hewramanê û li wê derê bi cih bûye. Êl Begê Caf di sala 1553'an diçe ser dilovaniya xwe. Êl Begê Caf helbestên pênckî nivîsîne û zimanê helbestên wî tevliheviyeka soranî û goranî ye. Ji helbestên wî yên di nav gel de belavbûne, yek jê li jêr e.

Her wa bûwe û her wa debê

Min be qewlî goran dekem
Qisey le jêr hewrana dekem
Hemûy bo soran dekem
Îtaey dewran dekem
Her wa bûwe û her wa debê
Ewsa eday wefa dekem
Serim pirr şor, sewda dekem
Temaşayî dunya dekem
Rû be tûrî Sîna dekem
Her wa bûwe û her wa debê

— Êl Begê Caf

Ew di vê pênckiya xwe ya li jêr de hinek pêşbîniyan dike, hê wî demî dibêje ku wê balafirên bi dûkel peyda bibin û wê bifirin û wê guhertin li Îranê çê bibin.

Teyrê wek reid û berq debê
Gwêçkey le dûkell xerq debê
Deşt û derî pê leq debê
Berûy hewa molleq debê
Her wa bûwe û her wa debê

— Êl Begê Caf

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 2 hezîran 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 tebax 2011{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ http://www.zazaki.net/haber/l-beg-caf-1492-1553-764.htm
  • Mêjûy Edebî Kurdî, Dr. Marif Xeznedar, bergê yekê, weşanxaneya Aras, Hewlêr, 2001.

Girêdanên derve biguhêre