Çiyayên Pamîrê yan jî Zincîreçiyayên Pamîrê, zîncîreçiyayeke di navbera herêmên Asyaya Navîn, Asya Başûr û Asyaya Rojhilat de ye. Pamîr di navberên sîstemên rêzeçiyayên din ên girîng wekî Tian Şan, Qerekoram, Kunlun, Hindokûş û Rêzeçiyayên Himalaya yê de ye.

Çiyayên Pamîrê
Zîncîreçiyayên Pamîrê

Dîmenek ji Çiyayên Pamîrê, li Tacikîstanê.
Bilindayî          7.649 m
Dirêjayî 500 km
Firehî 300 km
Cih Efxanistan, Kirgizîstan, Çîn, Tacikîstan
Koordînat 39°Bk 72°Rh / 39°Bk 72°Rh / 39; 72
Nexşeya cihan Tacîkistan
Çiyayên Pamîrê li ser nexşeya Tacîkistan nîşan dide
Çiyayên Pamîrê
Çiyayên Pamîrê
Cure Zincîrçiya

Piraniya çiyayên Pamirê li parêzgeha Gorno-Bedakşan a Tacîkistanê ne. Li başûr, bi çiyayên Çiyayên Hindokujê re li ser Korîdora Wakhan a Afganîstanê bi parêzgeha Badakhshan sînor e. Ji aliyê bakur ve bi çiyayên Tian Shan ên li ser Geliyê Alay a Qirgizîstanê re dibin yek. Li aliyê rojhilat ve jî berbi rêza ku Kongur Taghê ya Çînê vedihewîne, li "Pamirên Rojhilat" dirêj dibe ku bi geliyê Yarkand ji Çiyayên Kunlun veqetandî ye.

Dîrok biguhêre

Li beşa rojhilat a girseyê bi qasî pêncî cihên ji serdema kevirî hatine kifşkirin. Ji 10 hezarî zêdetir petroglîf û pîktogram hatine tespîtkirin ku di esasê xwe de sembolên dînî û heywanan û helbestên ku hinek ji wan diroka wan heta paleolîtîka jorîn diçe hatine dîtin. Şopên komirê yên ji maleke mirovan a li Pamîrê bi rengekî zanistî heta 9500 sal berê diçe. Li şikefteke li başûrê Murghabê, ku ji asta deryayê bi bilindahiya 4000 metreyî ye, nûnertiyên parietal ên neolîtîkê hene ku weke bilindtirîn ên cîhanê tên qebûlkirin. Lê belê, berevajî li çiyayên Tianê, ji wê serdemê ve ti amûr nehatiye dîtin.

Di dawiyê de bermahiyên arkeolojîk ên gorên ku bi lûleyên darîn hatine girtin, li zozanên bilind ên rojhilat hatine derxistin. Madenên Lapis lazulis ên li Pamîrê di demên Sumeriyan de li Mezopotamya û di şaristaniya Harappanê de jî di hezarsaliya sêyemîn a berî zayînê de hatine dîtin.[1] Derbasbûna çiyayan di salên 1273-1274an de dema ku ber bi Çînê ve çûye, yekem şahidiyên rastîn ên dîroka herêmî, xebata gerokê Venedîkî Marco Polo ye. Derbasî geliyê Waxan-Daria û Kaşgarê derbas dibe û bi kurtepênaseyeke kurt behsa dijwariya bihurikên çiyê, peyzaj, erdnîgarî, avhewa, fauna, hilberînên çandiniyê, niştecih, kevneşopî û ola wan dike.[2]

Erdnîgarî biguhêre

 
Lûtkeya Korzhenevskoiyê

Ji ber kombûna çiyayên Tiyan ber bi bakur ve, Rêzeçiyayên Kunlunê yên li rojhilat, Karakoçamê li başûr, Çiyayên Hindokujê jî li başûrê rojava hatine avakirin, li Asyaya Navîn Çiyayên Pamîr girêkeke orografîk ava dike.[3] Ev rêze çiyayên ha li eyaleta Otonom a Badaxşan a Jorîn ku bi temamî dagir kirine, bi cih bûne. Beşek ji Zîncîreçiyayê Pamîrê li Tacikîstana Rojhilat bi cih bûne û bi heft herêmên bi navên Darvaz, Vanç, Rûşen, Şognan, Roştkala, Îşkaşîm û Murgabê ku tê de bajarê Xorog ê paytexta eyaleta xweser lê tê zêdekirin, hatine dabeşkirin. Çiya di bin serweriya komarparêzan de beşek ji herêmê dirêj dibe û li Oş Oblast a li başûrê Kirgizîstanê jî dirêj dibe. Beşek ji zîncîreçiyayê li eyaleta Badaxşanê ku li bakurê rojhilatê Exanîstanê ye û beşek li herêma Sygûr a Herêma Xweser a Sînkiyangê ya Komara Gel a Çînê ye.[4] Sînorê çiyayê li başûr bi geliyê Waxan-Darîa ya ku çemê Waxan lê diherike, bi dawî dibe. Sînorê bakur jî bi depresyona mezin a Geliyê Alayê ku Kyzyl-Sou vedihewîne, li qiraxa jorîn a Çemê Vajşê tê bidawîkirin.[5] Sînorê rojhilat, ji bo sinorê Çiyayên Kunlunê bi nîqaş e. Hinek jê ji sinorê heta rêya bejahî ya Qerekurumê dibînin, hinek jî bi qasî 150-200 kmyî tîne aliyê rojhilat ve.

Nav Bilindî Koordînat Jêr-navber Welêt
Kongur (Kungur Tagh) 7649 (38°35′36″Bk 75°18′45″Rh / 38.593428°Bk 75.312560°Rh / 38.593428; 75.312560 (Kongur)) Kongur Shan Çîn
Kongur Jiubie (Kungur Tjube Tagh) 7530 (38°36′57″Bk 75°11′45″Rh / 38.615833°Bk 75.195833°Rh / 38.615833; 75.195833 (Kungur Tjube Tagh)) Kongur Shan Çîn
Muztagh Ata 7509 (38°16′33″Bk 75°06′58″Rh / 38.275855°Bk 75.1161°Rh / 38.275855; 75.1161 (Muztagata)) Muztagh Ata Massif Çîn
Ismoil Somoni Peak (berê lûtkeya komunîzmê, lûtkeya Stalîn) 7495 (38°56′36″Bk 72°00′57″Rh / 38.943422°Bk 72.015803°Rh / 38.943422; 72.015803 (Ismoil Somoni Peak)) Academy of Sciences Range Tacîkistan
Lenin Peak (Navê nû: Çîçek Ebû Elî Îbnî Sîno; berê Kaufmann Peak) 7134 (39°20′37″Bk 72°52′39″Rh / 39.343724°Bk 72.877536°Rh / 39.343724; 72.877536 (Pik Lenin)) Trans-Alay Range Tacîkistan, Kirgizîstan
Peak Korzhenevskaya 7105 (39°03′26″Bk 72°00′35″Rh / 39.057317°Bk 72.00983°Rh / 39.057317; 72.00983 (Peak Korzhenevskaya)) Academy of Sciences Range Tacîkistan
Independence Peak (jî Qullai Istiqlol, berê Şoreşa Peak, Dreispitz) 6940 (38°30′36″Bk 72°21′15″Rh / 38.51°Bk 72.354167°Rh / 38.51; 72.354167 (Independence Peak)) Yazgulem Range Tacîkistan
Russia Peak 6875 (38°53′46″Bk 72°01′44″Rh / 38.896°Bk 72.029°Rh / 38.896; 72.029 (Russia Peak)) Academy of Sciences Range Tacîkistan
Moscow Peak 6785 (38°56′55″Bk 71°50′04″Rh / 38.948563°Bk 71.8344°Rh / 38.948563; 71.8344 (Moscow Peak)) Peter I Range Tacîkistan
Karl Marx Peak 6726 (37°09′45″Bk 72°28′54″Rh / 37.1625°Bk 72.481667°Rh / 37.1625; 72.481667 (Karl Marx Peak)) Shakhdara Range Tacîkistan
Gora Kurumdy 6614 (39°27′21″Bk 73°34′01″Rh / 39.455812°Bk 73.566978°Rh / 39.455812; 73.566978 (Gora Kurumdy)) Trans-Alay Range Tacîkistan, Kirgizîstan
Mount Garmo 6595 (38°48′39″Bk 72°04′20″Rh / 38.810955°Bk 72.072344°Rh / 38.810955; 72.072344 (Mount Garmo)) Academy of Sciences Range Tacîkistan
Engels Peak 6510 (37°10′18″Bk 72°31′22″Rh / 37.171671°Bk 72.522898°Rh / 37.171671; 72.522898 (Engels Peak)) Shakhdara Range Tacîkistan
Koh-e Pamir 6320 (37°09′Bk 73°13′Rh / 37.15°Bk 73.21°Rh / 37.15; 73.21 (Koh-e Pamir)) Wachan Range Efxanistan
Peak of the Soviet Officers 6233 (38°25′26″Bk 73°18′07″Rh / 38.424°Bk 73.302°Rh / 38.424; 73.302 (Peak of the Soviet Officers)) Muskol Range Tacîkistan
Mayakovskiy Peak 6095 (37°01′16″Bk 71°42′54″Rh / 37.021092°Bk 71.715138°Rh / 37.021092; 71.715138 (Mayakovskiy Peak)) Shakhdara Range Tacîkistan
Patkhor Peak 6083 (37°53′21″Bk 72°11′21″Rh / 37.889167°Bk 72.189167°Rh / 37.889167; 72.189167 (Patkhor Peak)) Rushan Range Tacîkistan
Leipzig Peak 5725 (39°20′53″Bk 72°28′37″Rh / 39.348°Bk 72.477°Rh / 39.348; 72.477 (Leipzig Peak)) Trans-Alay Range Tacîkistan, Kirgizîstan
Pik Skalisty 5707 (37°36′02″Bk 72°13′37″Rh / 37.6005°Bk 72.227°Rh / 37.6005; 72.227 (Skalisty Peak)) Schugnan Range Tacîkistan
Kysyldangi Peak 5704 (37°24′02″Bk 72°50′37″Rh / 37.4006°Bk 72.8435°Rh / 37.4006; 72.8435 (Kysyldangi Peak)) Southern Alitschur Range Tacîkistan

Lêkolîn biguhêre

 
Di sala 1982an de gera li Tartu Ülikool 350 Peak

Lapis lazuli ku di gorên Misrê de hatine dîtin, tê texmîn kirin ku ji herêma Pamir a parêzgeha Badakhşan a Efxanîstanê ye. Tê texmînkirin ku karbidestê Çînî Zhang Qian nêzîkî 138 BZ gihîşte Geliyê Fergana li bakurê rojavayê Çiyayên Pamîrê. Ptolemy bi zelalî rêyek bazirganiyê di nav deverê re vedibêje. Nêzîkî 600 PZê heciyên Budîst li her du aliyên Pamirê diçûn ku ji Çînê bigihîjin Hindistanê. Di 747 de artêşek Tang li ser çemê Wakhan bû. Raporên cuda yên Ereb û Çînî hene. Dibe ku Marco Polo bi li seranserê Çemê Panj de geriyaye. Di sala 1602an de Bento de Goes ji Kabulê çû Yarkand û raporek bi kêmasî di derbarê Pamîrê hiştiye. Di sala 1838an de Lieutenant John Wood gihîşt ber ava çemê Pamirê. Ji salên 1868 û heta 1880an, hejmarek Hindistan di xizmeta Brîtanî de bi dizî deverên Çemê Panj lêkolîn kirin. Di sala 1873an de, Brîtanya û Rûsyayê li ser sînorê Efganîstanê li ser deverên Çemê Panjê li hev kirin. Li pêy rûsan gelek kesên ne-rûs di nav de Ney Elias, George Littledale, Earl of Dunmore, Wilhelm Filchner û Lord Curzon yekem bûn ku gihîşte çavkaniya Wakhan a Çemê Oxusê. Di sala 1892an de tabûrek Rûsan di bin serokatiya Mikhail Ionov de ket herêmê û li nêzîkî Murghab a niha kon vedan. Di sala 1928an de deverên vala yên dawîn ên li dora Qeşaya Fedchenko ji hêla lêkolînek Alman-Sovyetê ve di bin serokatiya Willi Rickmer Rickmers de hatine nexşe kirin.

Geştiyarî biguhêre

Di Kanûna 2009an de, New York Times gotarên li ser îmkanên geştyariyên li herêma Pamir a Tacîkistanê ji xwendevanan xwe re nivîsî.[6][7] Sala 2013an ji bo geştiyarî ya li herêmê sala herî serkevtî ye û geşepêdana geştiyariyê berdewam dike ku li herêmê sektora aboriyê ya herî bilez geş dibe. Malpera META (Komeleya Ekoturîzma Murghab) (www.meta.tj) ji bo herêma Pamira Rojhilat qadeke baş ên çavkaniyên têkildarî geştyariyê peyda dike.

Helwesta stratejîk biguhêre

Di dîrokê de, Çiyayên Pamir di navbera Kashgar û Kokand de li ser Rêya Hevrîşimê ya Bakur, rêgezek pêşdîrokî, rêyek bazirganiyê ya stratejîk dihat hesibandin. Jiber vî yekê çiya gelek car hatiye dagirkirin. Rêya Îpekê ya Bakur (bi dirêjahiya nêzîkî 2,600 km) paytexta kevnar a Çînê Xi'an li ser çiyayên Pamirî ye. Di sedsala 20an de, çiya ji bo Şerê Navxweyî yê Tacîkistanê, nakokiyên sînorî di navbera Çîn û Sovyetê de, avakirina baregehên leşkerî yên Amerîkî, Rûsî, Hindî. Jiber vê yekê eleqeya ji bo geşepêdana bazirganî û lêgerîna jêderên nû zêde bû. Çîn ji wê demê ve piraniya wan nakokiyan bi welatên Asyaya Navîn re çareser kiriye.

Galerî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Pamîr". Ji orîjînalê di 3 kanûna pêşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2021.
  2. ^ "Pamir mountains". web.archive.org. 3 nîsan 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 3 nîsan 2012. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Pamir Mountains :: Mountains of Tajikistan. Passes and Mountains of Tajikistan regions". web.archive.org. 21 gulan 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 21 gulan 2015. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Pamir - Peakbagger.com". www.peakbagger.com. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2021.
  5. ^ "Pamir - Peakbagger.com". www.peakbagger.com. Roja gihiştinê 9 çiriya pêşîn 2021.
  6. ^ "The Pamir Mountains of Tajikistan". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). 29 nîsan 2011. Roja gihiştinê 3 adar 2022.
  7. ^ "In the Pamir Mountains, at the Crossroads of History - NYTimes.com". web.archive.org. 11 tebax 2014. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 tebax 2014. Roja gihiştinê 3 adar 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)