Çiyayên Hindokûşê

Hindokûş, Hindûkûş, çiyayên Hindokûşê yan jî zincîrçiyayê Hindokûşê (bi peşto: هندوکش, /kʊʃ, kuːʃ) zincîrçiyayeke Asyaya Navîn ku 800 kilometre dirêjahiya wê he ye. Zîncîreçiyayê Hindokûşê beşek ji Zîncîreçiyayê Hîmalayayê ye ku ji Efxanîstana navîn destpêdike û 800 kîlomêtre ber bi rojhilat ve dirêj dibe. Beşek ji Zincîrçiyayê Hindokûşê dikeve nava erdê bakurê Pakistanê û başurê Tacîkistanê.

Çiyayên Hindokûşê
Zîncîreçiyayê Hindokûşê

Dîmenek ji Çiyayên Hindokûşê, li Efxanistanê.
Bilindayî          7 708 m
Dirêjayî 800 km
Cih Efxanistan, Pakistan, Çîn, Tacikîstan
Koordînat 35°Bk 71°Rh / 35°Bk 71°Rh / 35; 71
Nexşeya cihan Efxanistan
Çiyayên Hindokûşê li ser nexşeya Efxanistan nîşan dide
Çiyayên Hindokûşê
Çiyayên Hindokûşê
Cure Zincîrçiya

Dîrok biguhêre

Bilindbûna bilind a çiyayan, li Başûr û Asyaya Navîn xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Qada Rêzeçiyayê Hindokûş navendeke sereke ya girîng a baweriya bûdîzmê bû.[1] Di dema êrîşên jêrparzemîna Hindistanê de wekî rê hatiye bikaranîn.[2] Çiya herêma serekeyî ye ku Talîban û El Qaide lê bihêz bûne.[3] Li Geliyê Kowkchehê madenên kevn ên ku lapis lazûlî hildiberînin têne dîtin. Li bakurê Kabulê li geliyê Çemê Panjşer û li hinek deverên wî jî zimrûdên pola cewherî têne dîtin. Li gorî Walter Schûmann, li Çiyayên Hindokûş ên Rojava bi hezaran salan çavkaniya herî zêde yê madenên baş a Lapis lazolî ye.[4] Bûdîzm li herêma antîk ya Hindokûşê bi berfirehî belav bûye. Berhemên hunerî yên kevnar ên Bûdîzmê peykerên mezin ên kevir ên bi navê Bamiyan Buddhas, li dawiya başûr û rojavayê Hindokûşê cih digirin. Ev peyker di sala 2001an de ji aliyê Îslamîstên Talîbanê ve hatin hilweşandin.[5] Newalên Hindokûş ên başûrê rojhilat ku ber bi herêma Geliyê Indusê ve girêdayî ne, navendeke sereke bû ku ji manastiran re, zanyarên olî yên ji deverên dûr, torên bazirganî û bazirganên binparzemîna Hindistanê ya kevnar re wargeh bû.[6]

Erdnasî biguhêre

Ji aliyê erdnasî ve, ev kok di damezrandina jêrzemînek ji deverek Gondwana de ye ku bi qasî 160 mîlyon sal berê, ji dorhêla Jurassîka Navîn ji rojhilatê Afrîkayê dûr ketiye.[7] Nîv parzemîna Hindî, Avusturalya û giravên Okyanûsa Hindî bêtir çikiyan, ber bi bakurê rojhilat ve çûn, û parzemîna Hindî nêzî 55 mîlyon sal berê, ber bi dawiya Paleosenê, bi Plateya Avrasyayê re li hev ketin.[8] Bi van lihevketinên parzemînan Rêzeçiyayên Himalaya û rêzeçiyayê Hindokûş dertê holê.[9]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Margottini, Claudio (20 îlon 2013). After the Destruction of Giant Buddha Statues in Bamiyan (Afghanistan) in 2001: A UNESCO's Emergency Activity for the Recovering and Rehabilitation of Cliff and Niches (bi îngilîzî). Springer Science & Business Media. ISBN 978-3-642-30051-6.
  2. ^ Kinzl, Konrad H. (11 kanûna paşîn 2010). A Companion to the Classical Greek World (bi îngilîzî). John Wiley & Sons. ISBN 978-1-4443-3412-8.
  3. ^ Ryan, Michael (9 tîrmeh 2013). Decoding Al-Qaeda's Strategy: The Deep Battle Against America (bi îngilîzî). Columbia University Press. ISBN 978-0-231-16384-2.
  4. ^ Schumann, Walter (2009). Gemstones of the World (bi îngilîzî). Sterling Publishing Company, Inc. ISBN 978-1-4027-6829-3.
  5. ^ Ph.D, Jan Goldman (7 çiriya pêşîn 2014). The War on Terror Encyclopedia: From the Rise of Al-Qaeda to 9/11 and Beyond: From the Rise of Al-Qaeda to 9/11 and Beyond (bi îngilîzî). ABC-CLIO. ISBN 978-1-61069-511-4.
  6. ^ Neelis, Jason (19 çiriya paşîn 2010). Early Buddhist Transmission and Trade Networks: Mobility and Exchange Within and Beyond the Northwestern Borderlands of South Asia (bi îngilîzî). BRILL. ISBN 978-90-04-18159-5.
  7. ^ Jones, Robert Wynn (18 tebax 2011). Applications of Palaeontology: Techniques and Case Studies (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-1-139-49920-0.
  8. ^ Jones, Robert Wynn (18 tebax 2011). Applications of Palaeontology: Techniques and Case Studies (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-1-139-49920-0.
  9. ^ Mukherjee, S.; Carosi, R.; Beek, P. A. van der; Mukherjee, B. K.; Robinson, D. M. (28 îlon 2015). Tectonics of the Himalaya (bi îngilîzî). Geological Society of London. ISBN 978-1-86239-703-3.