Çiyayê Şiharayê
Çiyayê Şiharayê yan jî Şihara, (bi gurcî: შხარა) çiya û beşek rêzeçiyayên Qefqasyayê ne ku xala herî bilind a Gurcistanê ye.[1] Çiya li nêzîkî sînorê Rûsya û Gurcistanê ye ku ji aliyê bakur ve li herêma Kabardino-Balkaria ya Rûsyayê ye û ji aliyê başûr ve li herêma Svaneti ya Gurcistanê ye. Şihara 88 kîlometre li aliyê bakurê bajarê Kutaisi ye ku dûyemîn bajarê herî mezin ê Gurcistanê ye û nêzîkê bajaroka Mestia ya Svanetiyê ye. Lûtke li beşa navendî ya Çiyayê Qafkasyaya Mezin e ku li başûrê rojhilatê Çiyayê Elbrusê ye ku çiyayê herî bilind ê Ewropayê ye.
Çiyayê Şiharayê Şihara | |
---|---|
Xala herê bilind a Şiharayê | |
Bilindayî | 5193 m |
Cih | Svaneti, Gurcistan |
Zincîreçiya | Rêzeçiyayên Qefkasan |
Koordînat | 42°59′58″Bk 43°06′42″Rh / 42.9994°Bk 43.1117°Rh |
Nexşeya cihan Gurcistan
| |
Cure | Rêzeçiya |
Morfolojî
biguhêreŞihara xala bilind û lengera rojhilatî ya girseyek e ku bi navê Dîwarê Bezingî (yan Bezengi) tê zanîn ku ji kêlekek ve 12e kîlomêtre dirêjahiya çiyayê heye. Çiya lûtkeyek bilind û asê ye ku li herêmek pir bi qeşayî û ji bo hilkişîna çiyageran çiyayek dijwar e. Rûbera çiyayê ji aliyê bakur (li aliyê Rûsyayê) 1.500 mêtre bilind e û çend rêyên hilkişînên dijwar ên klasîk vedihewîne. Binlûtkeya girîng a Şihara ya Rojava ku bi 5.068 mêtre bilind e, bi serê xwe armancek hilkişînê ye û gerîdeyek ji tevahiya Dîwarê Bezingi wekî "sefera herî dirêj, herî dijwar û herî bikêrhatî ya Ewropayê" tê hesibandin.
Dîrok
biguhêreEv lûtke yekem car di sala 1888an de bi riya bakurê rojhilata Ridge ku ji hêla tîma Brîtanî-Swîsreyî rapelînvanê îngilîzî John Garford Cockin û rêberên Swîsreyî Ulrich Almer û Christian Roth ve rapelîna çiyayê hatiye pêkanîn.[2] Ev rê hê jî yek ji rêyên hêsan û populer ên rapelîna li çiyayê ye. Yekemîn bi temamî ya rapelîna Dîwarê Bezingî, di sala 1931ê de ji aliyê çiyagerên Awistiryayî K. Poppinger, K. Moldan û S. Schintlmeister ve hatiye pêkanîn.
Çavkanî
biguhêre- ^ "Shkhara - Peakbagger.com". www.peakbagger.com. Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2022.
- ^ "The exploration of the Caucasus (2 Volumes) - Full view - UWDC - UW-Madison Libraries". search.library.wisc.edu. Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2022.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |