Çemê Mizur

(Ji Çemê Mizûr hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Mizur binêre.

Mizur, anko çemê Mizur[1], wekî Muzir, Munzur, Munzor, Mûzir[2] jî tê nivîsandin, (bi tirkî: Munzur Suyu), ji "çaviyên" Mizurî û 5 km li bakûrê rojavayê parêzgeha Dêrsimê Pulurê, jorî gundê Ziyaret ango Jiyarê ji herdê dikele.

Çemê Mizur
Çemê Mizur li ser rêya Mamekî/Pulur.
Map
  Çemê Mizur   Çemê Pilemorî
Cih
Herêm Dêrsim, Bakurê Kurdistanê
Dewlet Tirkiye
Bajar Pîlur, Mamekî
Taybetî
Dirêjayî      144 km
Debî 87 m3/s
Robar
Milên wê Çemê Pilemorî
Cihderk Çiyayê Ziyaret (Çiyayên Mizur)
 - Cih Gundê Ziyaret, Pîlur
 - Bilindayî 1.350 m
 - Koordînat 39°19′52″Bk 39°03′17″Rh / 39.3311°Bk 39.0547°Rh / 39.3311; 39.0547 (Cihderk - Çemê Mizur)
Dev Çemê Pêrê (niha Bendava Kebanê)
 - Bilindayî 850 m
 - Koordînat 38°50′22″Bk 39°35′09″Rh / 38.8394°Bk 39.5858°Rh / 38.8394; 39.5858 (Dev - Çemê Mizur)
biguhêreBelge

Çihê ku dikele biqasê 500 metre çargoşe fireh e. Çavî, ji bin quntarê çiyayên Mircanê dikelin û vê ava ku ji wekî kef dikele resmê mîn şîr derdixîne. Û vê jî rê daye ku efsaneya ser vê çaviya bêhempa de şîr wekî amûreke pîroz bê karanîn.

Çîroka çemê Mizur mixabin ketiye destê "nivîskarên" asîmîlasyonker. Van hevkarên dewletê jî bi awayekî sîstematîk, fîgûrên kurdî û zerdeştî paqij ango xera kirine.

Ava çaviyên Ziyaretê, heya ku digêje 200 metroyan dibe çem û berbi deşta Pilûrê ve diherike. Kevî an jî qeraxên çêm di seranserê deştêde dar û hêşinayî ye; û ev hêşinayî, di demsala payîzê de tabloyên nîgarkêş ango şêwekarên herî kêrhatî li ber vê xweşikiya xwe tisî û feqîr dihêle.

Ev rengên bê hempa û pastoral, di demên berê êvaran de, ku ro/roj/roz, serê xwe ber bû asoyên rojava ve berdide xarê mirovên, ku di temaşe û seyrana wêde ne sermest û matmayî dike.

Ava çaviyên Mizurê, havînan dema ku ji erdê dikele bi qasê 6-7 pile ye; û hin caran ji vê jî kêmtir ango jêrtir e. Ev sarbûna wê rê nade ku mirov dest û pêyên xwe, demek dirêj di nava avê de bihêle.

Can û bedena mirov, di nava vê ava bêhempa de hêdî hêdî ditevize û bêhês dimîne. Zivistanan jî berovajiyê vê, mirovên ku bikevin taluka şewitîna berfê re mîna ava hemaman e û germa xwe li derû dora 24-25 dereceyan e.

Sormasî ku herî zêde di germa 14-15 pileyan de dijîn vê ava sar ji xwe re wekî bihişt dibînin û ji keyfa wan re tu gotin namîne.

Çemê Mizur, ji van çaviyên bê hejmar dest bi rêwîtiya xwe dike. Di vê rêwîtiyê de bi dorê ji gundê Ziyaretê, Zeranig, Kedeg, Camaliyê û ji Pilûrê derbaz dibe.

Ku bereketa xwe li ser deşta Pilûrê radixe, berê xwe dide Mamekî û di serî de gundê Pilûrê Xanû, Mistikan, Çaxpêrî, Arzimag û Dewa Sûrê li pêy xwe dihêle.

Li vê herêmê ava ku ji geliyê Mircanê bi heman navî dadikeve vê dolê jî digire bi hev re berê xwe didin başûr. Êdî rêwîtiya wan ya nava geliyê Mizurê destpê dike geliyê Mizurê ya ku 55 km dirêj têra xwe kûr, şîn û xofdar e. Zinarên pir asê bi kûrayî û şênahiya bedew ve bi hezaran cûre têr tur û sewalên kovî re bûye jîngeheke sereke. Di rêwitiya geliyê Mizurê de çemê Mizur di nava zinaran de difitile, diqêre. Xurm û girma wi mirov ditirsîne. Ev dengê xofdar dengê wê yê hêrsbûnê ye.

Ji vir jî bi dorê ku ji ber gundê Zarîk, Ortînig, Gêwreg, Îksorê derbaz bû digêje Derê Laçê. Warê Qêrîn û Hawarê ya Berxwedêrên Kurd û yên Qetlîama Dêrsimê.

Li vê derê ku ava newala Demenij jî tevlê ava xwe dike digêje çaviyên Halvoriyê yên ku li biniya Gondê Silicê ne. ji vir jî wekî fitleke fireh xwe digêjîne Kevirê Halvoriyê ku komara tirk ya 1938'an de jin û zark li ser vî zinarê bilind dabû ber mîtralyozan û singûyan.

Çemê Mizurî, li vir ku şîna xwe ji bo van zarok û jinên qurbanên hovîtî kir, digêje fitla gundên wekî Havîkpax û Text ê. De demek kin de qiraxên Miskêşaxê ku ramûsa xwe, dide ber siya Kemerê Bel.

Li vir êdî dema behn vedanê ye li gola Xizir li bin Mamekiyê. Hingî dema gîhiştina bi Çemê Xarçikê ye. Li biniya Gundê Korkesê li gola Xizir digêjin hev û berê xwe didin gundê Sêxangê pişt re Turîşmeg, Şêxzo û Pira Mêzgirê diherike Bendava Kebanê ku di sala 1967'an de li navça bajarê Xarpitê Kebanê ji aliyê firmayên îtalyan ve hatibû avakirin.

Çemê Mizur, li biniya gundê Pêrtagê ya binavê Vasgirdê (Vasgir) bi Ava Pêrê re dibin yek. Piştîve jî disa li bin gundê Avdanê ya Pêrtagê bi Çemê Miradê re digêjin hev. Piştre jî, berê xwe dide navçeya Dêrsim Pêrtagê.

Galeriya wêneyan

biguhêre

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Ferhengê Zazakî-Tirkî, Vate
  2. ^ Malmîsanij (1992). Ferhengê Dimilkî-Tirkî

Girêdanên derve

biguhêre
  Wîkîferheng: Minzûr – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir