Çemê Mihemediyê, çemek şaxê Dîcleyê. Ji gundê Hazroyê ê navê wî Mihemediyê ye, ji nava tahtekê weke kaniyê dizê û diherike. Di gelek gundan ên Aslanoxlî, Çawişlî re derbas dibe û li Bismilê bi navê Çemê qerekoprîyê tevlî ava Dîcleyê dibe. Li serê Bendavek hatiye çêkirin lê ev bendav hîn çalak nebûye.