Hezro
(Ji Hazro hat beralîkirin)
Hezro (1928: حضرو [2] (Ḧezrû), bi tirkî: Hazro) yek ji navçeyên Diyarbekirê ye. Rûber 419 km², bilindahî ji rûyê avê 1.030 m ye. 24 gund girêdayî navçeyê ne. Gelek mezre hene, lê dewleta Tirk wan li ser gundan dihesibîne. Wekî Pasûr (Qulp) statîstîkên dewletê yên ji bo Hazro bi dizî tên girtin, bawerî pê nabe. Gorî dewletê nifûsa navçeyê bi giştî 23.931 e. Di sala 1943'an de bûye şaredarî, sala 1954'an de bûye navçe û bi Amedê ve hatiye girêdan. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Li axa navçeyê madenên binerdî gelek in. Fîrmayên dewletê kukurt, hesin û petrol dertîne. Mixabin gel xizan e.
Hezro | |
---|---|
Hazro | |
Koordînat: 38°15′18″Bk 40°46′58″Rh / 38.25500°Bk 40.78278°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Diyarbekir |
Serbajar | Hezro |
Hejmara nahiyeyan | 1 nahiye |
Hejmara bajarokan | 1 bajarok |
Hejmara gundan | 24 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 419 km2 (162 sq mi) |
Bilindahî | 1.030 m (3380 ft) |
Nifûs (2008) | 18.798[1] |
• Berbelavî | 44,9/km2 (116/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 5.277 |
Demonîm | hezroyî |
Koda postayê | 21560 |
Koda telefonê | (+90) 412 |
biguhêre |
Wargehên turîstîk yên navçeyê
biguhêre- Kela Tercilê (ji Medan)
- Kela Mêranî (tr. Mihrani Kalesi)
- Kela Aryenderê (tr. Ayindir Kalesi)
- Mizgefta Hezro (tr. Ulu Cami)
Navdarên Bajêr
biguhêre- Hecî Fetahê Hezroyî, rewşenbîrê kurd
- Mehmet Dicle, nivîskar
Çavkanî
biguhêre- ^ tuik, 2008
- ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |