Çîrqelî, zerdeqelî, mişmişqelî, qelandina qeysiyê li Serhed, rojhilatê Kurdistanê, herêma Tolhildanê gelek tê xwarin. Xerzanî, botanî jî dixwin. Serhedî bo mêvanan didin ser, lewra qeysî li Serhedê kêm e.

Ferhengok biguhêre

  • Arûng, hêrûg, hîrog (latînî: Prunus domestica)
  • Mişmiş, qeysî, zerde, kerik, zerdele, şelane hevwate ne
  • Çîr, qeysiyên (carnan arûng) hişkkirî

Hin cureyên vê xwarinê biguhêre

  • Çîrqeliya Mûşê, hêkê tevlî dikin
  • Çîrqeliya Melediyê, şekirê toz, fistiqê Dîlokê (latînî: Pistacia vera) tevlî dikin
  • Arûngqelî, qelandina arûngê, standardeke wê nîne
  • Qelandina qeysiyê bi hêk û kakil û biharbêhnê (biharat), li Xerzan, Amedê kêm be jî tê çêkirin

Berkeliya qeysîqeliyê (Keferdîz, Meledî) biguhêre

  • 2 SA (stekana-qedeha avê) av
  • 200 gr çîr (qeysiya hişkkirî)
  • Bo ser wê to (toşîr an toxavk, qeymax)
  • 2 SA şekirê toz
  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê nivîşkî
  • 100 gr fistiqa Dîlokê

Çêkirin biguhêre

Qeysiyê di nava avê de nermijî bikin, berdin quşxaneyê. Di nava rûn de hinekê biqelînin. Doşavê (av û şekir) tevlî bikin, heya ava xwe kişand bikelînin. Kel bidawî bû li binikên servîsê parve bikin.

Kakilê fistiqa Dîlokê ser de werbikin, bi kevçiyê to bidin ser binikan û bînin ser destexaneyê (sifre).