To[1], toşîr, toxavk[2], tihûk, sermast an jî qeymax, tixavka li ser mastî ye ku ji şîrê gamêş û çêl û pez û bizinan tê çêkirin, bi taybetî li Navenda Asya û hindek welatên balkanî û li welatên Kurdistan, Tirkiye û Îran û Îraqê. Dema mirov şîr bidoşe û dest nedê tebaqeyeke to bi ser dikeve. Ango rûnê şîr hildikişe jor.

To yan jî toşîr

To bi serê xwe tê firotin û gelek kes to dikin nav qahwê û vedixwin. Mirov di çêkirina penîr de jî to bi kar tîne.

Riya berbelav a çêkirina toyî ew e ku şîr bi hêwaşî bêt kelandin. Paşî bo mawê du demjimêran li ser germatiyeke kêm bêt kelandin. Piştî ku jêderê germatiyê hate vemirandin, şîr hatiye çirrkirin û dihêlî ta ku sar dibe bo çend demjimêran an jî rojan. Rêjeke zor a rûnî ya di nav qeymaxî da heye, nêzîkî 60%. Xwedan heft taman e.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Cemşid Bender (2003). Kürt mutfak kültürü ve Kürt yemekleri. Berfîn, Stembol.
  2. ^ Michael L. Chyet (2003). Ferhenga kurmancî-inglîzî. Yale University Press, New Haven û London.

Girêdanên derve

biguhêre
  Wîkîferheng: toşîr – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir