Portal:Jînenîgarî
Portalên Wîkîpediya: Dîn • Dîrok • Erdnîgarî • Huner • Jînenîgarî • Matematîk • Teknolojî • Zanist
Portala Jînenîgariyê
Jînenîgarî, biyografî (gr. βιογραφία, ji βίος bíos „jiyan“ û grafîk), ji bi rêkûpêk nîgarkirina jiyana (jîna) kesan re tê gotin.
Biyografî dikare bi nivîskî yan gotinî be. Cureyek wê jî xwejînenîgarî (otobiyografî) ye. Otobiyografiyê mirov bi xwe, li ser xwe çêdike. Yan jî qet nebe pirraniyê bi xwe dike.
Zû de ye jînenîgarî tên amadekirin. Di dema Greka antîk de biyografî dihatin nivîsandin.
Di biyografiyê de sîstematî, birêkûpêkî girîng e. Mirov nikare bêî sîstematîkên jînenîgariyekê binivîsîne. Di jînenîgariyê de bûyer û demên girîng tên tomarkirin. Mirov nikare tiştên ne girîng in û bêwate ne binivîsîne. Biyografiyeke baş ji ristinên rastegînî pêk tên. Tomarkirinên farazî û razber, nirxê jînenîgariyekê kêm dikin. Helbet ev prînsîp ne ji bo berhemên wêjeyî ye.
Di jînenîgariyan de bo mînak behsa jidayîkbûn, perwerde, pîşe, marîbûn (zewac), mirin, berhem, tecrûbeyên jiyanê, bûyerên girîng ûêd tên tomarkirin.
Prînsibeke din jî ew e ku biyografiyek divê tevahiya jiyana kesê rabixe ber çavan. Mirov nikare bo mînak tenê behsa zaroktî yan çend salên perwerdeya yekê bike.
Biyografî divê bi xwe neyê nivîsandin. Heger bê nivîsandin dibe xwejînenîgarî. Qîmeta jînenîgariyê ji ya xwejînenîgariyê bilindtir e.
Li Kurdistanê dengbêj bi hostayî jînenîgariyen vedibêjin. Ew viya bi gotin û stranê dikin. Di biyografiyên dengbêjan de sîstematîkek taybet heye. Bo mînak ne dem û katjimêrê, bûyerên girîng birêkûpêk dirêsin. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên Jînenîgariyê
Wêneyên gotarên jînenîgariyê
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 1909 – Almanya, Awistriya û Îtalyayê danxûyakirin ku serxwebûna Bulgaristanê nas dikin.
- 1925 – Serokê Serhildana Pîranê Şêx Saîdê Pîran, bi alîkariya sîxûrên kurd ji aliyê rejîma tirk ve hate zeftkirin.
- 1945 – Li Awistriyayê komara duyemîn hate îlankirin.
- 1945 – Dîktator Benito Mussolini û xoşewîsta wî Clara Petacci dema ku li ser rêya revêne, ketin destê partîzanan de û hatin înfazkirin. Cesedên wan ser bi jêr hatin daliqandin.
- 1953 – Li Koreyê hevdîtinên agirbestê ji nû ve destpêkirin.
- 1953 – Di navbêra Misir û Îngîltereyê de hevdîtinên kanala Sûweyşê destpêkirin.
- 1978 – Li Efxanistanê şoreş çêbû.
- 1980 – Bajarê Seqiz ji aliyê Îranê ve hate bombebarankirin. Di encama bombebaranê de 50 kesên kurd jiyana xwe ji dest dan û bajar derbider bû.
- 1995 – Li navçeya Amed Qûlpê gundên bi navê Uçkuyu, Herbet û Rosya hatin şewitandin û paşê jî valakirin.
- 2009 – Televîzyona kurdî Kurd 1'ê dest bi weşana xwe ya normal kir.
Jidayîkbûn
- 1759 – Mary Wollstonecraft, nivîskarê îngilîz
- 1822 – Ulysses S. Grant, serokdewletê DYA'yê
- 1941 – Fethullah Gülen, birêvebirê civata Gülenê
Mirin
- 1521 – Ferdinand Magellan, kaşîfê navdar
- 1882 – Ralph Waldo Emerson, nivîskarê amerîkî
- 1972 – Kwame Nkrumah, serok û damezrînerê Ganayê