Mary Wollstonecraft (jdb. 27ê nîsana 1759an− m. 10ê îlona 1797an)[1] yek ji nivîskar û parêzvanên mafê jinan a brîtanî ya bi eslê xwe îrlendî ye. Mary Wollstonecraft dayika nivîskara navdar Mary Shelley bû.

Mary Wollstonecraft
Jidayikbûn27ê nîsana 1759an
Primrose Street, Spitalfields (en), Middlesex
Mirin10ê îlona 1797an (38 salî)
The Polygon, Somers Town (en), Middlesex
Cihê goristanê
Zimanê nivîsinêÎnglîzî
NeteweKeyaniya Yekbûyî Brîtanî
Berhemên navdar
HevjînWilliam Godwin (1797)
ZarokMary Shelley
biguhêreBelge

Zarokatiyeke dijwar jiyaye. Neçûye dibistanê û xwandin-nivîsandinê bi keda xwe hînbûye. Nexwastiye bizewice û malbata xwe terikandiye. Di gelek karên dijwar de xebitiye. Yekemîn pirtûka wê ya bi navê Mary û pirtûka duyem Perwerdeya keçikan bala weşanger Joseph Johnson kişandiye û Johnson ew wekî edîtorê weşanxaneyê girtiye cem xwe. Gelek zimanên ewropî fêrî wê kiriye û jiyana nivîskariya Wollstonecraft a pisporî ji wisa destpêkiriye.

Bandora Şoreşa Fransayê ragîhaniye Brîtanyayê û ketiye polemîkên mezin. Têkoşîn bo mafê jinan bûye karê wê yî sereke.

Hin ji pirtûkên wê biguhêre

  • Li ser perwerdeya keçikan
  • Parastina mafên jinan
  • Nêrînên dîrokî û sincî li ser şoreşa Frensî

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Taylor, Barbara. "Wollstonecraft [married name Godwin], Mary (1759–1797), author and advocate of women's rights". Oxford Dictionary of National Biography (bi îngilîzî). doi:10.1093/ref:odnb/10893. Roja gihiştinê 12 nîsan 2021.