Portal:Dîrok
Portalên Wîkîpediya: Dîn • Dîrok • Erdnîgarî • Huner • Jînenîgarî • Matematîk • Teknolojî • Zanist
Portala Dîrokê
History by Frederick Dielman
Dîrok an jî tarîx lêkolîna zanistî ya zemanê berê ye ku bûyerên berê li gorî konteksta kronolojiyê û çavkaniyan bi sedem û netîceyên xwe bi awayekî rexneyî tên nirxandin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in. Dîroknas di lêkolîna zemanê berê de çavkaniyên tarîxî yên wekî belgeyên nivîskî, tecribeyên devkî, nîşanên xwezayî û objeyên maddî wekî berhemên hunerî bi kar tînin.
Dîroknas bi riya vegotinan hewl didin ku zemanê berê fêm bikin û pêşkêş bikin. Bi gelemperî li ser kîjan vegotin bûyerekê herî baş rave dike û li ser muhîmiya sedem û netîceyên wan yên cuda nîqaş dikin.
Herodot, dîroknasekî yewnan ê sedsala 5an, di nav tradisyona rojavayê de wek "bavê tarîxê" tê nasîn, tevî ku carinan jê re "bavê derewan" jî hatibe gotin. Li gel Tûkûdîdesî, wî bingehên lêkolîna tarîxa mirovahiyê ya modern damezrand. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên dîrokê
Wêneyên bijartî
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 1920 – Azerbeycan tevlî nav Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst bû.
- 1936 – Prens Farûq di 16 saliya xwe de bû melikê Misirê.
- 1937 – Yek ji serokên Serhildana Dêrsimê Elîşêr û Zarîfe Xanim, bi awayekî bê dadgeh ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin şehîdkirin.
- 1941 – Hêzên Naziyan Yewnanîstanê dagir kir.
- 1952 – Dwight D. Eisenhower gava ku Fermandara Mitefiq yê Bilindtirîn bû, ji NATO'yê îstîfa kir.
- 1960 – Piştî bûyerên li Enqere û Stenbolê qewimîn, li her du bajaran rêvebiriya leşkerî hate îlankirin.
- 1969 – Serokkomarê Fransayê Charles de Gaulle îstîfa kir.
- 1992 – Li Efxanistanê mûcahîdan rêvebirî bi destxistin.
- 1994 – Rojnameya Ozgur Ulkeyê dest bi weşanê kir.
Jidayîkbûn
- 1758 – James Monroe, serokdewletê DYA'yê
- 1838 – Tobias Asser, avuqata Holendayî
- 1937 – Serokê Îraqê Sedam Huseyn, ku bi çekên kîmyawî li Helebceyê komkujiyeke kiribû
Mirin
- 1945 – Benito Mussolini, rojnamevan û siyasetmedarê îtalî, serokwezîrê Îtalyayê yê 27'em
- 1954 – Léon Jouhaux, sendîkavanekî Fransî, xwediyê Xelata Nobelê