Îhsan Nûrî Paşa

general û rêberê leşkerî yê serhildana Çiyayê Agirî û endamê damezrînerên Xoybûnê

Îhsan Nûrî Paşa (jdb. 1893 Bidlîs - m. 25'ê adarê 1976 Tehran) general û rêberê leşkerî yê serhildana Çiyayê Agirî û ji endamên damezrînerên Xoybûnê bû. Li paş şkestina şoreşê, ew li Îranê bû penaber û heta dûmahiya jiyê xwe li Tehrana paytexta Îranê ma.

Îhsan Nûrî Paşa
Jidayikbûn1892 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin25 adar 1976 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Tehran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêStruck by vehicle li ser wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎmperatoriya Osmanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Îhsan Nûrî Paşa û jina wî ya tirk Yaşar Xanim

Ew bi rûdaneka erebeyê (tirombêlê) çû ber dilovaniya Xwedê. Ihsan Nûrî di sala 1892 an 1893 de li Bedlîsê ji dayik bûye. Malbata wî di nav eşîra Celalî de cîhekî bilind girt. Koka wî enablehsan Nûrî kir ku li Împeratoriya Osmanî pîşeyek leşkerî bimeşîne. Wî dibistana artêşê li Erzincan û paşê jî akademiya leşkerî li Stenbolê xwend. Wî di 1910 de, li Albanya, ji 1911 heya 1913, li Yemen, û dûv re jî li Gurcistane wek aliyek kar kir. Ew li eniya Qefqasya dijî Rûsa birîndar bû.

Serhildana Elkê biguhêre

Serhildana Elkê an jî Serhildana Beytûşebabê (bi tirkî: Beytüşşebap İsyanı ) di 3ê îlona sala 1924'an de destpê kir. Serhildan, di pêşengiya serbaz Îhsan Nûrî de ji aliyê rêxistina Azadî ya li alaya piyade ya 18emîn ya li navçeya Elkê (Betûşebabê) hate destpêkirin. Serhildanê, di demeke kin de nêviyê alayê da ber xwe û yekemîn serhildana kurdan a piştî sazbûna komarê ye.

Serhildana Agiriyê ya yekem biguhêre

  Gotara bingehîn: Serhildana Agiriyê ya yekem

16’ê gulana 1926'an de eşîrên Soxanlî, Celali,Heyderi Kizilbaşoxlî, Sorî, Cîlkanli, Bîlhanli, Cinganli; bi Îbrahîmê Bro û hevalên wira civiyan û serî rakirin. Ji Îranê jî 1000 siwarî hatin tevî vana bûn. Operasyonên leşkerî ku vê demê ji aliyê Komara Tirkiyeyê hate pêkanîn bi ser neket. Leşkerên Artêşa Komara Tirkiyeyê vekişya Bazîdê û di meha hezîranê de cardin erîş kirin. Li ser vê êrîşê serhildarên Serhiladanên Agiriyê çûne Îranê. Komara Tirkiyeyê ji Îranê xwest ku sînorê xwe tevxe û tedbîren pewistin bigrê.

Komara Agiriyê biguhêre

  Gotara bingehîn: Komara Agiriyê

Îhsan Nûrî Paşa û Zîlan Beg, bi serokê eşîra Hesik Îbrahîm Axa ra ser sînorê Îranê re derbas bûn û serhiladaneke nû dan destpêkirin. Serhildêran herêmeke ku di navda Bazîd jî heye bindest kirin. Li vê herêmê bi piştevanîna Rêxistina Xoybûn ê Komara Agiriyê damezirandin. Serok wezir Biroyê heskî generale leşkeri İhsan nuri paşa Paytext Kurdava Zıman kurdi Avakırın 1926 xırapkırın 1931.

 
Mezinbûna Komara Agiriyê (1927-1931)

Mirin biguhêre

Di 18ê Adar, 1976 de, dema ku di kolanek Tehran re derbas dibû, bi motorsîkletek hate lêdan, û ew bi birînên giran rakirin nexweşxanê. Ew piştî heft rojan kûm di 25ê Adarê de mir.

Çavkanî biguhêre